22:23 24 Îlon 2017
Zindî
    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş

    Ji Kurtulmuş bo Trump: "Ev mirov azarde dike"

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3301

    Cîgirê Serokêwezîr û berdevkê hikûmetê Numan Kurtulmuş ji bo biryara Trump a astengiya penaberan ragihand ku standina vê biryarê mirov azarde dike, ne rast e.

    Numan Kurtulmuş ji bo biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a astengiya penaberan di axaftina xwe ya Haberturkê de ragihand ku li welatekî wekî Amerîkayê ku ji her curê ol û netewan însan lê dijîn standina vê biryarê mirov azarde dike, ne rast e.

    Kurtulmuş di bangawaziya xwe ya rêvebiriya Trump de got: "Qebûlkirina vê ne gengaz e. Di pişta standina vê biryarê de li gorî min di van serdemên dawî de bandor û para Îslamofobîa, dijberiya penaberan û dijminahiya biyaniyan heye. Li welatekî wekî Amerîka ku hemû ol û netew di nav hev de û wekî gelekî dijîn standina vê biryarê mirovan azarde dike. Ne rast e. Bi rastî jî biryareke ku dubendiyê dixe nava însanan e. Hêvî dikim ku vê biryarê rast bikin."

    Cîgirê Serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di nava welatiyên her dewletê de bê çawa însanên baş hene yên xirab jî hene. Lewma devletên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî divê bikaribin ferqa van bikin û koalîsyona tekoşîna dijterorê xurt bikin."

    Bi heman mijarî:

    Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: HDP bo Tirkiyeyê şansek bû
    Kurtulmuş: Em ê El Babê radestî birêveberiya Sûriyeyê nekin
    Kurtulmuş: "Koalîsyonê piştgiriya pêwist neda Mertalê Firatê"
    Kurtulmuş: Em hewil didin kurd, ereb û hemû alî di aşitiyê de bin
    Kurtulmuş: "Ya herî baş em di dema herî nêz de em herin referandumê"
    Etîketan:
    Biryara astengkirina penaberan, Serokê Amerîkayê, Cîgirê Serokwezîr û berdevkê hikûmetê, Donald Trump, Numan Kurtulmuş, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de