11:23 24 Îlon 2017
Zindî
    Abdülgadir Masharipov

    'Kurê êrişkarê Reînayê di destê DAIŞê de dîl e'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2801

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de îdîa kir ku kurê êrişkarê Reînayê Abdulgadir Masharipov di destê DAIŞê de dîl e.

    Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de îdîa kir ku kurê êrişkarê Reînayê Abdulgadir Masharipov ku şeva sersalê 39 kes kuştibûn û 65 kes jî birîndar kiribûn di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de dîl e.

    Selvi di gotara xwe de got: "Di vê navberê de hê jî kurê êrişkarê Reînayê di destê DAIŞê de ye. Masharipov piştî êrişa Reînayê diçe mal kurê xwe yê 4 salî hildide û hetanî hate girtin 3 cih guherandin. Zeytinburnu, Başakşehir û sîteya Esenyurtê. Dosta wî ya misrî û kurê wî li cem e. Carekê plana revê dike ji bo ku kurê wî nadinê dev ji revê berdide. Yanî hewçend ji kurê xwe hez dike. Helbet ev tenê ne bi hestên bavîtiyê ve girêdayîne. DAIŞ dizane ku hetanî kurik li cem wan be wê ji xwe re bi kar bînin. Lê beriya girtinê bi çend seetan DAIŞ kurê wî jê distîne."

    ‘SEDEMA KU HEMAN TIŞTAN DIBÊJE KURÊ WÎ YE'

    Selvi di dirêjiya gotara xwe de got: "Terorîst di jêpirsînê de diçe û tê heman tiştan dibêje û sedema vê jî kurê wî yê destê DAIŞê ye. Ketina van rêxistinan heye lê derketina wan tuneye. Yan tê bibe terorîst an jî tê bibe xwekuj ev nebe jî dê kurê te li hemberî te bi kar bînin. DAIŞ peyamê dide êrişkarê Reînayê dibe heke tu biaxive kurê te di destê me de ye. Polêsê ku êrişkarê Reînayê bi saxîtî girt ez bawerim wê kurê wî jî bi dest bixe. Paşî îtîraf wê li pey hev werin."

    Bi heman mijarî:

    Masharipov: "Min dixwest bi kurê xwe re birevim"
    Selvi: "Hedefa duyemîn a êrişkarê Reînayê rojnameya Cumhuriyetê bû"
    'Êrişkarê Reînayê ji bo ku xwe negihande teqemeniyê bi çekê qetlîam kir'
    Êrişkarê Reînayê birin kontrola tendirustî
    Bi êrişa Reînayê re kesekî din jî hat tespîtkirin
    Êrişkarê Reînayê: "Ez ne poşman im, firsend hebe ez ê dîsa bikim"
    Etîketan:
    Desteserkirina êrişkarê Reînayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Abdulgadir Masharipov, Abdulkadir Selvi, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de