15:58 20 Îlon 2017
Zindî
    Fethullah Gulen

    Pîlotê ku Enqere bombebaran kir : "Me bi Gulen re hevdîtin pêk anî"

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2210

    3 pîlotê F-16an ku li Fermandariya Hêza Hewayî wezîfe dikirin berî derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi 6 mehan li Amerîkayê bi Fethullah Gulen re hevdîtin kirine.

    Ji van pîlotan Y.K. ku şeva derbeya leşkerî Enqere bombebaran kir di îfadeya xwe de ragihand ku di sala 2015 û 2016an de dema em ji bo qursê çûne Amerîkayê bi 2 hevalên xwe re du caran me serdana Fethullah Gulen kir û me hevdîtin pêk anî.

    Pîlotê F-16ê Y.K. ku li Fermandariya Baregeha Jet a Sereke ya 4emîn a Enqereyê qezîfedar bû ji bo ku şeva derbeya leşkerî bi F-16an Enqere bombebaran kir hate binçavkirin û paşî hate girtin.

    Li gorî nûçeya Tolga Şardanê rojnameya Milliyetê, di lêpirsîna edlî ya hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de derket holê ku hinek endamên Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) bi Fethullah Gulen re li Amerîkayê hevdîtin pêk anîne. Di çarçoveya van organîzasyonan de 3 pîlotên F-16an ku li Fermandariya Hêza Hewayî wezîfedar bûn li Amerîkayê bi Gulen re hatin cem hev hevdîtin pêk anîn. Ji van pîlotan Y.K. di îfadeya xwe de ragihand ku piştî dest bi wezîfeyekê kir du caran di sala 2015 û 2016an de dema li Amerîkayê qurs didîtin serdana Gulen kirine.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îmamê FETO: "Me bi lepikan nameyên îxbarê yê bênav çêdikirin"
    Polêsê ku ji doza FETO ji kar hate dûrxistin întîxar kir
    Çavuşoglu: Tirkiye jî Amerîka jî dizane li pişt êrîşa balyoz FETO heye
    Girtiyê FETO wekî cîgirê walî hat tayînkirin
    Dibistanên FETO yên li Iraqê wê bi Wezareta Perwerdehiyê ve werin girêdan
    Etîketan:
    FETO/PDY, Fermandariya Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Fethullah Gulen, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de