11:27 21 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Siûdî li Yemenê

    Husiyan êrişî firqateyna Erebîstana Siûdî kir: 2 kuştî û 3 birîndar

    © REUTERS/ Faisal Al Nasser
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Firqateyna Erebîstana Siûdî ku li derdora barega Hudeyde ya Yemenê dema dewriye dikir rastî êrişa xwekujî hat, di êrişê de 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya SPAyê, fermandariya hêzên koalîsyonê ku pêşengiya wê Erebîstana Siûdî dike ragihand ku firqateyneke Hêza Deryayî ya Siûdî ku li Deryaya Sor dewriye dikir li rojavayê baregeha Hudeyde ya Yemenê rastî êrişeke xwekujî hat. Li gorî daxuyaniyê di êrişê 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrişa xwekujî ji terefê husiyan ve bi 3 botan pêk hatiye û yek ji botan li pişta firqateynê bûye sedema şewatê û berî ku şewat mezin bibe hatiye tefandin.

    Bi heman mijarî:

    “Eger pêwîst be, Îran dê baregehên xwe li Yemen û Sûriyeyê damezirîne”
    YEMEN - Li paytextê êriş: 13 mirî 50 birîndar!
    Li Yemen û Siûdiyê êriş li ser mizgeftên şîeyan hatin kirin
    Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Etîketan:
    êrişa xwekujî ya li dijî firqateyna Siûdî, Çekdarên husî, Fermandariya Hêzên Hevpeyman, Deryaya Sor, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de