20:41 24 Îlon 2017
Zindî
    Gora komî

    Li bexçeyê nexweşxaneyê gora komî

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 66 0 0

    Hat ragihandin ku li bexçeyê nexweşxaneya bajarê Minbicê goreke komî ku 100 sivîl têde bûn hate dîtin.

    Karmendên Nexweşxaneya Firatê ya li bajarê Minbicê, goreke komî di hewşa nexweşxaneyê de dîtin. Tîmên rakirina mînan, di dema pişkinîna deverê û hewlên bo pûçkirina mînên bermayî yên şer de goreke komî li hewşa Nexweşxaneya Firatê dîtin. Ew gora komî li başûrê hewşa nexweşxaneyê hatiye dîtin.

    Li gorî kadroyên pizîşkî yên Nexweşxaneya Firat a li Minbicê zêdetirî 100 termên sivîlên welatiyên Minbicê û çend terorîstên DAIŞê di nava wê gora komî de ne. Bi gotina kadroyên pizîşkî, ew termên di gora komî de hatine dîtin, di her du mehên hezîran û tebaxê yên sala 2016an de hatine kuştin.

    Bajarê Minbicê berî demekê di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de bû, lê belê di encama operasyoneke hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk û hevpeymanan bi serpireştiya Amerîkayê hat rizgarkirin. Minbic niha ji aliyê Encumena Sivîl a Minbicê ve tê birêvebirin û hêzên bi navê Encumena Leşkeriya Minbicê parastina wê dikin.

    Bi heman mijarî:

    RTyê dîmênên gora komî ya bajarokê Sulukê ku ji DAIŞê hat paqijkirin par ve kir
    ŞENGAL- Gora komî ya 6emîn: 110 kurdên êzidî
    Rûsya: "Li Helebê gora komî hat dîtin"
    Etîketan:
    Dîtina gora komî, Hêza Sûriyeya Demoratîk (HSD), Rêxistina terorîst a DAIŞê, Nexweşxaneya Firatê, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de