12:03 26 Îlon 2017
Zindî
    meral daniş beştaş

    Bi biryara dadgehê Beştaş bo girtîgehê hat girtin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Parlamentara HDPê ya Edenê Meral Danış Beştaş ku 30ê Rêbendanê êvarê li mala xwe ya Amedê hatibû binçavkirin, hat girtin.

    Beştaş piştî ku hat desteserkirin û jêpirsîna wê ya dozgeriyê hat kirin, derengiya şevê derket pêşberî Dadgeha Nobedar a Sulha 5emîn a Diyarbekirê. Dadgehê bi hinceta ‘Endamtiya rêxistina terorê' biryara girtina parlamentera HDPê da ku dê bo girtîgehê were veguheztin.

    Beştaş berî niha jî hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. 30ê Rêbendanê li dema rûniştina dadgehkirina Parlamentarê HDPê Îdrîs Balûken biryara desteserkirina wê ji aliyê dadgehê ve hatibû ragihandin û bişev li mala xwe ya Amedê hatibû destserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl û Tirkiye li Enqerê dicivin
    Dozgeriya Amerîkayê sûcdariya ser peyamnêrê RTyê betal kir
    Dîroka hevdîtina Trump û Netanyahû diyar bû
    'Îranê ceribandina moşekên balîstik kir'
    Leşkerên darbekar ên li Yewnanîstanê xwestin bên berdan
    Etîketan:
    Beştaş hat girtin, Bi biryara dadgehê Beştaş bo girtîgehê hat veguheztin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de