08:57 20 Hezîran 2018
meral daniş beştaş

Parlamentera HDPê li Amedê hat desteserkirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş ku 30ê Rêbendanê berêvarê biryara girtinê jê re hatibû derxistin, li mala xwe ya Amedê hat desteserkirin.

Parlamentarên HDPê Meral Danış Beştaş û Ayhan Bîlgen li dema ku li Amedî danişîna doza Wekîlê Serokê HDPê yê Koma Parlamenê Îdrîs Balûken dişopandin ji bo desteserkirina wan a bi zorê biryara dadgehê hatibû ragihandin.

Meral Daniş Beştaş li ser Twitterê piştî ku çûbû mala xwe dabû xuyakirin ku ji biryara dadgehê agahdar bûye û li mala xwe li bendê ye.

Beştaş di twîta xwe de dibêje, 'Heta berêvarê li edlîyeya Diyarbekirê bûm. Dema hatim mal, min bihîst ku biryara girtinê hatiye dayîn. Dê têkoşîna me ya demokrasiyê bidome.'

Bi heman mijarî:

Beştaş berî were desteserkirin ji Spûtnîkê re axivî
HPGê nasnameyên 3 endamên xwe ragihand
Rûsya li Ermenîstanê tetbîqata berfireh da destpêkirin
Balyozê Rûsî: Hevdîtinên Cenevê taloq bûn
Pisporê Iraqî: Baregehên herî mezin ên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ne
Etîketan:
Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de