02:08 21 Hezîran 2018
Iraq, Amerîka

Pisporê Iraqî: Baregehên herî mezin ên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ne

© AFP 2018 / Ali al-Saadi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 31

Pisporê leşkerî yê Iraqî Kasî el Mutasim got ku divê êdî welatên erebî çekên Amerîkî berdin û çekên Rûsî bi kar bînin. Pisporê Iraqî herwiha bal kişand ser ku Amerîkayê ji salên 2003-2006an ve baregehên herî mezin ên leşkerî li bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) ava kirine.

Mutasim ji Spûtnîkê re ragihand. ‘Çekên Amerîkî baweriyê nadin. Çekên Rûsî moderntir in, lê Amerîka ji bo çekên xwe bêhtir propagandayê dike'.

Mutasim diyar kir, Amerîkî ji welatên çekan bo wan dabîn dikin alavên elektronîkî distînin, lê Rûs vê rêyê hilnabijêrin û wiha domand: "Ji aliyê din ve çekên Rûsan temendirêjtir in û tenê hûn dikarin parçeyên wan ên kevin biguherin. Me bi çekên Sovyetê kar kir û gelek encamên baş me bi dest xistin."

'DYA'YÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ BARGEHÊN HERÎ MEZIN ÊN LEŞKERÎ AVA KIRIN'

Mutasim herwiha bal kişand ser ku Amerîka ji bo guhertina sîstema siyasî baregehên nû yên leşkerî li bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) ava dike û got, ‘DYAyê piştî hatina Iraqê gelek baregehên leşkerî ava kirin. Amerîkiyan di navbera salên 2003-2006an de rêjeyeke mezin a çekan şand bakurê Iraqê. Bawerim li wê derê baregehên herî mezin ên leşkerî hatin avakirin.'

'LI IRAQÊ 15 HEZAR LEŞKERÊN AMERÎKÎ HENE'

Pisporê Iraqî da xuyakirin ku baregehên Amerîkayê yên leşkerî dûrî niştingehan û bi awayekî nepenî hatine avakirin û wiha pê de çû: "Niha li Iraqê 15 hezar leşkerên Amerîkayê hene. Ev hejmar tam li gorî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump e ku dixwaze yekîneyên leşkerî zêde bike. Trump dixwaze li gor berjewendiyên Amerîkayê di hêzên herêmê de veguheztinekê bike."

Bi heman mijarî:

Rûsya: 5 komên muxalîf ên çekdar jî beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûn
'Barzanî û Talabanî lîsteya kuştinê ya Malikî red kirin'
Serceladê DAIŞê Ebû Seyyaf hat kuştin
Idris Baluken piştî ji girtîgehê derket daxuyanî da
Stoltenberg: NATO ji aliyê Rûsyayê tu metirsiyê nabîne
Etîketan:
Çekên Amerîkayê, Çekên Rûsyayê, Herêma Kurdistanê, Pisporî Iraqî yê leşkerî, Iraq, Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de