12:58 17 Kanûn 2017
Zindî
    Ilham Ehmed

    Ilham Ehmed: Herêmên herî ewle, yên di bin kontrola HSDê de ne

    © Foto: Malpera fermî ya TEV-DEMê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmedê diyar kir ku "hewldanên Tirkiyeyê yên ku YPG têxe lîsteya terorê, pêk nehatin" û got: Mercên herêma tampon a Tirkiye dixwaze tine ne. Herêmên di kontrola HSDê de, herêmên rast û ewle ne ku di nava wan de fikir û jiyan tê avakirin."

    Piştî civînên Astanayê, gelek bûyer pêk hatin ku Rûsyayê reşnivîseke destûra bingehîn ji bo Sûriyeyê pêşkêş kir k tê de herêmeke xweser ji bo kurdan jî hatibû diyarkirin, Serokê DYAyê Donald Trump behsa herêmên ewle li Sûriyeyê kir û Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo operasyona El-Babê got ku ew ê dirêjtir neçin".

    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmedê ji Dihaberê re ev bûyer û geşepêdan nirxandin.

    "ARMANC EW BÛ KU YPGÊ TÊXIN LÎSTEYA TERORÊ"

    Ehmedê diyar kir ku li ser daxwaza Tirkiyeyê ew nehatine vexwendin bo Astanayê ûy wiha dewam kir: "Li gorî Tikriyeyê, kurdên baş û kurdên xerab hene. Li gorî wan, kurdên ENKSê gelekî baş in û dikarin baş xizmeta wan bikin. Lê yên din, kurdê  ku bi Tirkiyeyê re li hev nekiriye, kurdên xerab in. Ew wiha difikirin ku divê şerê van kurdên xerab were kirin. Jixwe li gorî hinek agahiyan, daxwaza serokê şandeya dijberan Mihemed Elûşî ya ku 'bila YPGê têkeve lîsteya terorê' di ser van partiyan re pêk hatiye. Plana di beşdarbûna van kurdên baş bo vê civînê diyar e. Armanc ew e bû ku biryarê derxin ji bo YPGê têxin lîsteya terorê. Ji bilî vê ti sedema beşdarbûna wan di civînê de tine bû. Jixwe li Rojava ne ji aliyê leşkerî û ne jî ji aliyê siyasî ve rola wan heye. Armanca wan ew bû ku bibêjin ha va kurd jî hene û dîmeneke wiha bidin ku binerin ha kurd wê pêşniyarê dikin."

    "PÊŞNIYARA RÛSYAYÊ DAXWAZA ME YE"

    Derbarê reşnivîsa Rûsyayê ya Destûra Sûriyeyê de jî, Ehmedê wiha got: "Pêşniyara Rûsyayê ya Destûra Bingehîn daxwaza me ye jî. Em jî dixwazin ku çareseriyek ji şerê Sûriyeyê re pêk were. Eger xebateke Rûsyayê di vê mijarê de hebe û ew ê van bi rejîmê bide qebûlkirin, ew ê gelekî baş be. Em piştgiriyê didin. Di bingehê de daxwaza me jî ji Rûsyayê ew e ku bi rejîmê bide qebûlkirin ta ku çareserî bi pêş ve biçe Ev tişt jî encex ku aliyên li erdê bi awayekî cidî nêzîkî meseleyê bibin û gavên pratîk biavêjin, pêk were."

    Ehmedê derbarê "herêma ewle" de jî û teqez kir ku merc ji bo herêma tapmon a Tirkiyeyê pêşniyar kiribû tine ne û herêma Cerablusê û rewşa wê ya xerab bi bîr anî û got: "Mercên herêma tampon a Tirkiye dixwaze tine ne. Herêmên di kontrola HSDê de, herêmên rast û ewle ne ku di nava wan de fikir û jiyan tê avakirin. Ev di siberojê de dê zelaltir bibe."

    "PIŞTGIRIYA DYAYÊ DÊ DEWAM BIKE"

    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk li ser polîtîkayên DYAyê ji Rojava jî wiha got: "Ev birêveberiya nû ya Amerîkayê jî baş dizane ku hêza tekane ya şerê DAIŞê dike, HSDê ye. Wan biryara xwe daye ku li dijî DAIŞ û terorê têkoşîna xwe bidomînin. Ev jî tê wê wateyê ku ew ê piştgiriya xwe û xurtkirina xwe ji HSDê re dewam bikin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Mebesta reşnivîsa destûra Sûriyê nîqaşkirin e, ne fişar e
    Zaxarova ji bo reşnivîsa destûra Sûriyê: Sûriyeyî wê biryara her tiştî bidin
    Lavrentyev: Reşnivîsa destûra ku pisporên rûsî amade kirine me radestî muxalifên sûrî kir
    Hûrgiliyên reşnivîsa daxuyaniya dawî ya civînên Astanayê
    Zaxarova: Destûra Snowden hat dirêjkirin, em wî diyariyê Trump nakin
    Tura duyemîn a guherîna Destûra Bingehîn îro destpê dike
    HDP ji hevdîtinên Destûra Bingehîn vekişiya!
    Akademisyana rûsî: Bêyî destûra Şamê ti kes nikare li bakûrê Sûriyê herêma tampon ava bike
    Canikli: "Hetanî 18-20 rojan wê hevdîtinên Destûra Bingehîn biqedin"
    Etîketan:
    YPG, HSD, Ilham Ehmed, DYA, El-Bab, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de