05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    İdris Baluken

    Parêzer Yalçindag: Biryara Baluken ji bo hemû parlamenteran derbas dibe

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Reyhan Yalçindag parêzera Parlamenterê HDPê yê Çewlikê Idris Baluken diyar kir ku dadgehê ji ber parlamenteriyê û ji ber biryara Dadgeha Bilind Tirkiyê biryara berdana Baluken daye.

    Li Amedê doza parlamenterê HDPê yê Çewlikê Idris Baluken di 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê birêve çû. Baluken ji ber ku di 2yemîn Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de tê girtin bi rêya telekonferansê beşdarî dozê bû. Baluken di parastina xwe de îdiayên derbarê wî de tên ziman qebûl nekir û daxwaza berdana xwe kir.

    BIRYARA PARLAMENTERÊ CHPÊ BÛ MÎNAK

    Parêzera Baluken, Reyhan Yalçindag jî diyar kir ku parêzerên wan parlamenter e û biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyê ya derbarê parlamenterê CHPê Mustafa Balbay de heye û daxwaza berdanê li dadgehê kir.

    Şanda Dadgehê piştî navberekê biryar girt ku Balûkan bê berdan û qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyê derbarê wî de bê pêkanîn.

    'DADGEHÊ REWŞA DOZGER Û DADGEHÊN JI BER FETOYÊ HATINE GIRTIN….

    Li ser vê rewşê Parêzer Reyhan Yalçindag ji Sputnik Kurdistanê re aşkere kir ku di hinceta berdana Idrib Baluken de çend xal hene. Li gorî zanyariyên Yalçindagê da, dadgehê ligel pûçkirinên delîlên îdianameyê, bi hinceta parêzbendiya kursiyê, dozger û dadgerên ku doza derbarê Baluken de meşandine ji FETOyê hatine girtin û biryara Dadegeha Bilind a Tirkiyê ya derbarê parlamenterê CHPê Mustafa Balbay de Baluken berda.

    DOSYEYÊN WAN LI DMMEYÊ NE

    Yalçindag diyar kir ku wan derbarê dosyayên parlamenteran de him serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê û him jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û ji xwe wê di rojên pêş de van dadgehan biryara berdanê bidaya.

    Li gorî Yalçindag ji ber van sebeban dadgehê biryara berdanê daye û wê ev ji bo parlamenterên din ên girtî jî derbas bibe.

    Baluken di 4ê Mijdara 2016an de tevlî Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û komeke parlamenterên din hatibûn desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo parlamenterê HDPê Ziya Pir biryara 'anîna' bi darê zorê ya dadgehê hat standin
    Parlementerê HDPê Nadir Yildirim piştî îfadeyê hat berdan
    Parlamenterên HDPê: Em agahiyê ji Huda Kaya nagirin
    Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş serbest hat berdan
    Parlamentara HDPê Beştaş li Amedê hat binçavkirin
    Etîketan:
    parêzer, Dadgeha Bilind a Tirkiyê, 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME), Sputnik Kurdistan, FETO, CHP, HDP, Mustafa Balbay, Reyhan Yalçindag, Idris Baluken, Kocaeli, Amed, Çewlik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de