05:38 12 Kanûn 2017
Zindî
    Murat Karayilan

    Karayilan: Heke ku ji HSDê re bihiştana wê di hefteyekê de Bab rizgar bûba

    © AFP 2017/ MUSTAFA OZER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan got ku Tirkiye 158 roj in dixwaze Babê bi dest bixe; piştre jî hesab dikir ku berê xwe bide Minbic, Reqa û Efrînê. Armancên dewleta tirk ên di vî warî de gelekî mezin bû. Lê belê ji bo dewleta Tirkiyeyê rastiya xwe bibîne û ji bo cîhan tev vê rastiya dewleta Tirk bibîne, Bab bû eynikek.

    Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS/ asin Bulbul/Presidential Palace
    Li gorî nûçeya ANHAyê, Murat Karayilan beşdarî bernameyeke taybet a Radyoya Dengê Kurdistanê bû û behsa operasyona Tirkiyê ya li Babê kir. Karayilan balkişand ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên hikûmeta AKPê û got ku "Me berê jî gotibû; mêtîngeriya tirk bi esasgirtina vê yekê re xwest dest li Şoreşa Rojava werde. Ji xwe bi rengekî lihevkirî ketibû herêmên Cerablûs û Dabikê. Ev 158 roj in dixwaze Babê bi dest bixe; piştre jî hesab dikir ku berê xwe bide Minbic, Reqa û Efrînê. Armancên dewleta tirk ên di vî warî de gelekî mezin bû. Lê belê ji bo dewleta Tirkiyeyê rastiya xwe bibîne û ji bo cîhan tev vê rastiya dewleta tirk bibîne, Bab bû eynikek. Niha cîhan tev bi asta şer a artêşa Tirkiyeyê dizane. Her kesî dît ku artêşa tirk mîna YPGê nikare li dijî DAIŞê şer bike. Ji ber ku ev 5 meh û 8 roj in hê nikarin bikevin nava navçeyekê."

    'TI SERKETINEK BIDEST NEXISTIN'

    Karayilan di berdewamiya nirxandina xwe de îdia kir ku heke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re bihata hiştin wê HSDê di nava hefteyekê de ew herêm rizgar bikira.

    Murat Karayilan li ser daxuyaniyên Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku digot, ‘Wê heta meha adarê kes nikaribe qala PKKê bike' ev nirxandin kir: "Hindik ma ye em bikevin meha Adarê. Heta niha di vê plansaziya xwe de ti serketinek bi dest nexistine. Rêberê Gelê kurd, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, siyasetmedarên kurd, gelê kurd û şoreşgerên li her çar parçeyên Kurdistanê, li ber van êrîşên tifaqa AKP-MHPê rabûn, li ber xwe dan û nehiştin ev konsept bi ser bikeve."

    'XWESTIN LI ŞENGALÊ ŞER BIKIN…'

    Karayilan îdia kir ku planên hikûmeta AKPê li ser Herêma Kurdistanê jî hebûn û got: "Heta roja îro fersend nedîtine vê plana xwe bi cih bînin. Em dikarin bêjin, li Başûrê Kurdistanê jî bi ser neketine. Wan xwestin li Şengalê şer bikin û bi vê wesîleyê di navbera hêzên kurdan de şer derxînin. Yanî xwestin PDKê bikişînin nava şer, lê bi ser neketin. Tevî vê yekê xwestin pêngaveke dîplomatîk bikin, heyeteke berfireh şandin Bexdayê. Xuya ye ji wir jî encamek bi dest nexistine."

    Karayilan derbarê pêvajoya referandûma li Tirkiyê jî axivî û îdia kir ku li Tirkiyê 'pêla faşîzmê' heye. Karayilan diyar kir ku divê pêşî li ber vê pêlê were girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li El Babê leşkerek tirk hat kuştin û 2 jî birîndar bûn
    Artêşa Tirk: DAIŞ xwe amade dike ku ji El Babê vekişe
    Tirkiye ji bo çi dixwaze operasyona El Babê bi dawî bike?
    Rûsya û Tirkiyeyê li El Babê operasyonek hevpar pêk anîn
    Kurtulmuş: Em ê El Babê radestî birêveberiya Sûriyeyê nekin
    Etîketan:
    HSD, ANHA, MHP, PKK, AKP, PDK, Suleyman Soylu, Murat Karayilan, Recep Tayyip Erdogan, Reqa, Bab, Herêma Kurdistanê, Efrîn, Minbic, Sûriye, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de