04:16 16 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Libyayê

    Tirkiyeyê Balyozxaneya xwe ya li Trablusê vekir

    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Tirkiyeyê li Trablusê ku di sala 2014an de ji ber rewşa ewlehî tahliye kiribû îro bi qadroyên sereke dest bi fealiyetê dike.

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Wezîr Mevlut Çavuşoglu sala borî di 30ê Gulanê de serdana Trablusê kiribû û gotibû Balyozxaneya ku ji ber sedemên ewlehî hatibû veguhestin xebatên ku dîsa fealiyeta xwe bimeşîne hatin destpêkirin.

    Balyozê Tirkiyeyê yê li Trablusê Ahmet Aydin Dogan xebatên balyozxaneyên heta niha li Tunusê dimeşandin. Li gorî zanyariyan amadehiyên vekirina balyozxaneyê qediyane.

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di vê çarçoveya merhaleya pêşî de fealiyeta balyozxaneyê îro bi qadroyên sereke destpê dike. Konsolosiya Tirkiyeyê li Misuratayê hetanî îro b3e navber xebatên xwe didomîne û bi vekirina Balzyoxaneya Trablusê wê hebû Tirkiyeyê li Libyayê bi hêztir bibe."

    Tirkiye, di çarçoveya Peymana Siyasî ya Libyayê de ji bo girêdanên me yên biratî û dostanî piştgiriya hemû gavên ku ji bo gelê bira yê Libyayê werin avêtin di xeleka yekparebûna axê û hêza yekîtiya neteweyî de dike.

    Bi heman mijarî:

    Libya: ‘Rewşa me ji ya Tirkiyeyê cûda ye'
    Libya li dîjî terorê bangî alîkariya Rûsyayê kir
    Li Libyayê nêzîkî Konsolxaneya Îtalyayê teqîn pêk hat
    Malta: "Divê wekî Tirkiyeyê peymanek bi Libyayê re jî were çêkirin"
    Amerîka, li Libyayê li dijî DAIŞê dest bi şerê bejayî kir
    Etîketan:
    Tirkiyeyê Balyozxaneya xwe ya li Trablusê dîsa vekir, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Ahmet Aydin Dogan, Trablus, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de