15:37 21 Hezîran 2018
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê İbrahim Caferi

Iraq, wê aciziya xwe ya li ser ‘qedexeya vizeyan' eşkere bike

© AP Photo / Karim Kadim
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Bertekên li dijî qedexeya Serokê DYAyê Donald Trump ya li hember 7 welatên misilman berdewam dike. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ragihand ku wê gazî balyozê DYAyê yê li Iraqê bikin û aciziya xwe ya derbarê vê mijarê de bînin ziman.

Li gorî agahiyên rayedarên hikumetê yên li ser Reutersê hatine belavkirin, Caferî îro an jî sibehê wê bang balyozê DYAyê yê li Bexdayê bike, aciziya hikumeta Iraqê ya derbarê mijara qedexeya li ser welatiyên Iraqê bîne ziman.

Piştî biryara DYAyê, çekdarên Heşdî Şabiyê destnîşankirin û xwestin ku welatiyên Amerîkayê yên li Iraqê bên dersînorkirin û hatina wan ya Iraqê jî bên qedexekirin.

Bi heman mijarî:

Trump qedexeya vîzeyê parast: 'Nabe wehşet dewam bike'
Ji ber qedexeya Trump rêwiyên balafirgeha Stenbolê hatin vegerandin
Trump xwe bi biryara Obama parast: Biryara min dişibe ya Obama ya 2011an ji bo iraqiyan
Etîketan:
eşkerekirina aciziyê, qedexeya li ser vîzeyan, îbrahîm caferî, iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de