17:24 18 Kanûn 2017
Zindî
    Aşît

    Li bajarê Serdeştê 15 kolberên kurd di binê aşîtê de man: 4an jiyana xwe ji dest da

    © AP Photo/ Elaine Thompson
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Hat ragihandin ku 15 kolberên kurd li bajarê Serdeşt ê kurdan di binê aşîtê de man û 4an ji wan jiyana xwe ji dest dan.

    Li gorî zanyariyên berdest li bajarê Serdeşt ê kurdan 15 kolberên kurd rastî aşîtê hatin û ketin binê berfê. Ji 15 kolberên kurd 11 kes jî ji bin berfê hatin deranîn, lê 4 mayîn jiyana xwe ji dest dan.

    Şeva borî li nêzîkî gundê Bêwran ê ser bi bajarê Serdeştê aşîta berfê çêbû û di encamê de 15 kolberên kurd ku bi neçarî ji bo debara jiyana malbatên xwe li ser sînorê navbera Îran û Herêma Kurdistanê karê bazirganî û kolberiyê dikirin, ketin bin berfê.

    Piştî bûyerê û belavnûna agahiyên derbarê aşît û ketina kolberan bin berfê de, xelkê deverê û tîmên hawarhatinê hewla rizgarkirina kolberan dan. Di encama reniyê de, 4 kolberên kurd canê xwe ji dest dan û termên wan ji bin berfê hatin derxistin. Herwiha di encama hewla xelkê û tîmên hawarhatinê, 11 kolberên kurd jî bi saxî ji bin berfê hatin rizgarkirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî ji 11 kolberên kurd ku ji binê berfê hatine deranîn rewşa kolberekî giran e. Herwiha hat zanîn ku rewşa tendirustiya 7 ji kolberan baş e û 3 kolberên din jî birînên wan sivik in.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Îranê 5 kolberên Kurd birîndar kirin
    Kurdên li Îranê li dijî kuştina kolberên kurd dest bi kampanyayekê kirin
    Pasdaran dîsa êrişî kolberên kurd kir
    Rejima Îranê di çaryekê salê de 53 kolberên kurd kuştin
    Etîketan:
    15 kolberên kurd di binê berfê de man, Serdeşt, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de