20:03 11 Kanûn 2017
Zindî
    El Bab yönüne giden Türk askeri araçları

    TSK: "20 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de di 160emîn de 23 hedefên DAIŞê hatin bombebarkirin û 20 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê ya roja 160mîn de 184 hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê bi top û hawanan hatin bombebarankirin. Herwiha balafirên şer ên Fermandariya Hêza

    Hewayî li herêma El Bab, Tadif û Bzagah a bakurê Sûriyeyê 23 hedefên DAIŞê bombebaran kirin, di nava wan de 20 avahî, depoyeke cebilxaneyan û 2 çeperên parastinî îmha kirin.

    Li gorî daxuyaniyê di tevgera rojê de 20 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Ji aliyê din ve tîmên îmhakirina bombeyan 76 bombeyên destçêkirî îmha kirin. Hejmara bombeyên destçêkirî ku ji roja operasyon destpê kiriye bi kontrol hatine îmhakirin gihîşte 3 hezar û 507 teqemeniyan.

    Bi heman mijarî:

    TSK: "22 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: "17 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: "13 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: "65 terorîstên DAIŞê hatin kuştin"
    TSK: "46 terorîst hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn"
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona Mertalê Firatê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de