15:11 25 Hezîran 2018
Mûsil - operasyon

Emîrekî DAIŞê li Mûsilê bi kêran hat kuştin

© AP Photo/ ADAM SCHRECK
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Li gorî zanyariyên berdest, komeke nenaskirî emîrekî rêxistina terorîst a DAIŞê ku bi jêkirina serê mirovan dihat naskirin kuştin.

Li bajarê Mûsilê yê Iraqê komeke çekdar ku nasnameya wan nehat zanîn emîrekî rêxistina terorîst a DAIŞê bi navê Ebû Seyaf ku li herêmê bi jêkirina serê mirovan dihat naskirin hat kuştin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê emîrê DAIŞê Ebû Seyaf li rojavayê bajarê Mûsilê yê Iraqê bi kêran ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin.

Ebû Seyaf heta niha derdora serê 100 însanî ku li gorî wan tevnedigeriya serjêkiriye. Li gorî zanyariyan kesên ku sere wan dihate jêkirin li kortekeke herêma Mûsilê ku bi navê El-Xesfe dihat naskirin dihatin bicihkirin.

Bi heman mijarî:

Heta niha 161 hezar kesî Mûsil terikandiye
Iraq: Em hêvî dikin ku heta mehekê operasyona Mûsil bi encam bibe
Mûsil: 700 terorîst hatin kuştin, 10 tax azad bûn
Mûsil: 40 sivîl bi stûnên elektrîkê ve hatin daliqandin
Mesut Deger: "Mûsil axa Kurdistanê ye"
Etîketan:
Emîrê DAIŞê bi kêran hat kuştin, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ebû Seyaf, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de