00:44 13 Kanûn 2017
Zindî
    Lîrayê Tirkî

    Li Tirkiyeyê her zarok bi 9 hezar û 570 lirayî deyndar çavê xwe vedike

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 51

    Li gorî raporta CHPê deynê hûndir û derve yê dewletê ji 752 milyar lîrayî bihûrî. Her zarokê ku li Tirkiyeyê çavê xwe vedike bi 9 hezar û 570 lîrayî deyn çêdibe.

    i gorî raporta CHPê ya bi navê ‘Grafîkên Tirkiyeyê yê Rast' deynê saziyên gelemperî yên di çarçoveya rêvebiriya navendî de di 11 mehên sala borî de 74 milyar lira zêde bû û gihîşte 751.8 milyar lîrayî. Ji vê zêdebûnê 28.1 milyar lira deynê hûndir û 45.9 lîra jî ji deynê derve pêk tê.

    Başak Kayaya nûçegihana rojnameya Sozcuyê ragihand ku di heman demê deynê ji cinsê dolar 1.4 milyar dolar zêde bû. Piraniya zêdebûna vî deynî jî ji bûhabûna dolar çêbû.

    Di Sala 2015an de serê şexsî 5 hezar û 893 lîra deynê gelemperî hebû û ev deyn di sala 2016an gihîşte 9 hezar û 570 lîrayî. Wek lîrayê tirkî di 13 salên dawî de deynê serê şexsî yê gelemperî ji sedî 160.3 zêdetir bû. Ev jî tê vê wateyê ku her zarokê ku çavê xwe li Tirkiyeyê vedike bi 9 û 570 lîrayî deyndar vedike.

    Bi heman mijarî:

    Foruma Ekonomîk a Navneteweyî ya Saint Petersburgê
    Merkel: "Dive YE ji Rûsyayê hetanî Portekîzê têxe nava hedefa ekonomîk a hevpar"
    Mueyîdeyên Rûsyayê yên li ser Tirkiyayê û hevkariya ekonomîk a her du welatan
    Wezîrê Ekonomî yê Tirkiyeyê Zeybekçi diçe Rûsyayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de