23:51 13 Kanûn 2017
Zindî
    Rojnameya Cumhuriyetê

    Selvi: "Hedefa duyemîn a êrişkarê Reînayê rojnameya Cumhuriyetê bû"

    © REUTERS/ MURAD SEZER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Nivîskarê Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe îro de ragihand ku hedefa duyemîn a êrişkarê Reînayê Abdulgadir Masharipov ku 39 kes kuştin rojnameya Cumhuriyetê bû.

    Nivîskarê Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe îro de got: "Li gorî îfadeyên milîtanê rêxistina terorîst a DAIŞê wê şeve hedefa wî ne yek didu bûn. Reîna ji nava 3 hedefan bi taybet hatiye hilbijartin. Ji 3 hedefan yek jê jî rojnameya Cumhuriyetê bû.

    Masharipov di îfadeya xwe de got ‘pêşî ji min re gotin li Şişliyê rojnameyeke ku heqaretê li pêxember dike heye, paşî bi peyamê ji min re gotin vê seetê tu kes li wir tuneye.' Ev agahî di îfadeya xwe pêşî de gotin. Li gorî zanyariyan êrişkarê Reînayê roja 31ê Berfenbarê li 3 navnîşanan kifşê dike. Êrişkar dibêje ‘di 31ê Berfenbarê de ez çûme Taksîmê û paşî ez li Sûriyeyê geriyam û min ji wan re got çalakiya vir nabe' dibêje."

    ‘XWEZÎ QATILÊ KARLOV JÎ ZINDÎ BIHATA GIRTIN'

    Selvi di berdewamiya gotara xwe de got: "Zindî bidestxistina milîtanê DAIŞê gelek têkiliyên wî deranîn holê. Xwezî qatilê Balyozê Rûsyayê Andrey Karlov Mevlut Mert Altintaş jî bi zindî bihata girtin. Dibû têkiliya xistina balafirê û kuştina Karlov, dîrektîf wergirtin û pêwendiya suîqestê bi Gulen re zelal bikira. Herî zêde jî dibû me tîma suîqest a Gulen eşkere bikira."

    Bi heman mijarî:

    'Êrişkarê Reînayê ji bo ku xwe negihande teqemeniyê bi çekê qetlîam kir'
    Êrişkarê Reînayê birin kontrola tendirustî
    Bi êrişa Reînayê re kesekî din jî hat tespîtkirin
    Êrişkarê Reînayê: "Ez ne poşman im, firsend hebe ez ê dîsa bikim"
    Plana çûna Reqqayê ya êrîşkarê Reînayê derket holê
    Etîketan:
    Êrişkarê klûba Reînayê, Qatilê balyozê rûsî, DAIŞ, Abdulgadir Masharipov, Mevlut Mert Altintaş, Abdulkadir Selvi, Andrey Karlov, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de