14:04 26 Îlon 2017
Zindî
    Konseya Ewropayê

    Konseya Ewropayê: Rewşa medyayê li Tirkiyê 'dramatîk' e

    © AFP 2017/ DAMIEN MEYER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Meclîsa Parlameneran a Konseya Ewropayê (MPKE) ku li ser êrîş û binpêkirina azadiya medyayê civîya, 7 daxwaz ji Tirkiyê kir. Di rapora hat pesendkirin de rewşa Tirkiyê di warê medyayê de, wek 'dramatîk' hat nirxandin.

    Di rapora ku Tirkiye jî tê de ji bo 6 welatan ji aliyê parlamenterê Ukraynî Volodymyr Ariev hatiye amadekirin de, rewşa zehmetî tê bibîrxistin, li Tirkiyê rewşa medya û rojnamevanan ‘dramatîk' e.

    Li gor nûçeya Hurriyetê MPKEyê di dengdana Civata Giştî de li hember 15 dengan bi 110 dengan rapor pesend kir.

    Di raporê de hat xwestin, rojnamevanên ku rasterast bi beşdarbûna çalakiyên terorî nayên tawanbarkirin divê derhal werin berdan û rewşa wan a binçavkirinê jî ji nû ve were raçavkirin.

    'DIVÊ SERLÊDANÊN ROJNAMEVANAN LI DADGEHÊ ZÛ WERIN NIRXANDIN'

    Çend xalên raporê wiha ne:

    — Divê serlêdanên dezgehên medyayê yên ji bo xebatkarên medyayê li Dadgeha Makeqanûnê zû werin nirxandin.

    — Divê qanûnên TCKyê yên 2016 (tehrîkkirina gel bi kîndarî, neyartî û biçûkxistinê), madeya 299 (Heqareta li Serokomar), madeya 301 (Biçûkxistina Dewleta Tirkiyê, sazî û dezgehên wê) û madeya 314'an (endamtiya rêxistinên çekdar) werin raçavkirin û sererastkirin.

    TAWANÊN ÎNTERNETÊ, SERBIXWEYÎYA TRT'Ê Û DERBIRINA AZADIYA RAMANÊ

    — Divê madeya 5651 a li ser weşanên înternetê û tawanê înternetê were raçavkirin û sererastkirin.

    — Divê serbixweyîya edîtoryalî ya TRTê were bihêzkirin.

    — Divê li gor rapora ku li ser teşwîkkirina azadiya derbirinê û parastina wê ji aliyê Nûnerê Taybet ê NYyê ve hatiye amadekirin, were tevgerîn.

    Ev rapora ku li parlamena Ewropayê hat pesendkirin di navbera parlamentarên AKP, CHP û HDPê de bû sedema gengeşiyê ku parlamenterên AK Partiyê ji bo wê dengê na bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyê di tariya şevê de nêçîrê dike
    Li Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ‘serhildana' Trump
    Rûsya: Mebesta reşnivîsa destûra Sûriyê nîqaşkirin e, ne fişar e
    Li Behra Egeyê erdhej pêk hat
    Amerîkayê ENKS bi fermî vexwend Washingtonê
    Etîketan:
    Azadiya Medyayê, Konseya Ewropayê, Konseya Ewropayê: Rewşa medyayê li Tirkiyê 'dramatîk' e, Tirkiye, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de