11:33 24 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demirtaş: Parêzbendî didome, divê darizandin raweste

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4320

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ji girtîgeha Edîrneyê bi rêya platforma dengî û dîmenî SEGBISê beşdarî danişîna doza li ser wî ya li Dadgeha Asliye Ceza ya Sêrtê bû.

    Demirtaş, li danişîna doza ku ji ber muxalefeta li qanûna xwepêşandanan dihat dadgehkirin de parastina xwe kir û daxwaz ji dadgehê kir ji ber hebûna parêzbendiya wî ya parlamentariyê prosesa darazê rawestînin.

    DEMIRTAŞ: PARÊZBENDIYA ME BERDEWAM DIKE

    Demirtaş got, ez wek parlamentarekî mafê wî yê parêzbendiyê berdewam dike li pêşberî we me û wiha axivî: "Parêzbendiya parlamentaran ne li gor heyamên berê, li gor dahatuyê li dawiya serdema parlamentariyê tê rakirin. Ji avabûna komarê heta niha, biryarên li ser parêzbendîyê wiha pêk hatine."

    'JI BO XWEPÊŞANDANA 2011'AN, LI 2016'AN DOZNAME HATIYE NIVÎSÎN'

    Demirtaş, ev doza muxelefeta dijî xwepêşandanan ku li 2015 û 2016an dozname jê re hatiye nivîsandin û wek dema sûc jî sala 2011an hatiye destnîşankirin red kir û daxwaza beraatê ji dadgehê kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Efserên Rûsî perwerdeya şerê bajaran didin leşkerên Sûrî
    Rûsya û Tirkiyeyê li El Babê operasyonek hevpar pêk anîn
    Hevşaredarên Nisêbînê hatin girtin
    DAIŞê riya Heleb û Şamê qut kir
    ‘Li Sûriyeyê 11 binpêkirinên agirbestê hat tespîtkirin'
    Etîketan:
    Tirkiye, Dadgehkirina Demirtaş, Demirtaş: Parêzbendî didome, divê darizandin raweste, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de