19:55 22 Îlon 2017
Zindî
    Ji objektîfên rûsî şerê li Sûriyeyê - Sûriye - sûriyeyê

    'Li Sûriyeyê di 3 salên dawîn de 3 hezar bûyerên bazirganiya mirovan hat tespîtkirin'

    © Sputnik/ Iliya Pitalev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê Hasan Marûf got hata tespîtkirin ku di nava 3 salên dawîn de li Sûriyeyê 3 hezar bûyerên ‘bazirganiya mirov' qewimîne.

    Marûfê ku ji bo Sputnikê axivî, diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina bazirganiya mirovan divê hevkariya navdewletî were kirin û got, "Rêveberiya Taybet a Têkoşîna Dij Bazirganiya Mirovan ya girêdayî wezareta me hewil da ku bi Tirkiye û Urdunê re hevkariyê bike lê tu encam negirt."

    ‘MAFYAYÊN LI SER SÎNORÊ TIRKIYEYÊ BAZİRGANIYA LEBATAN DIKIN'

    Serokê Yekîtiya Parêzên Sûriyeyê Nizar el Saqif jî balkişand ser ku li Heleb û bakurê Sûriyeyê bazirganiya lebatên mirovan zêde dibe.

    El Saqif derbirî ku mafyayên li ser sînorê Tirkiyeyê bazirganiya lebatan dikin û da zanîn ku ew ê serî li Dadgeha Bazirganî ya Mirovana Navneteweyî ya li Sûriyeyê bidin.

    Di sala 2016an de bazirganiya mirovan a li Sûriyeyê
    © Sputnik/
    Di sala 2016an de bazirganiya mirovan a li Sûriyeyê

    JI SEDÎ 65 MEXDÛRAN JIN IN

    Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê tenê di sala 2016an de hezar û 500 bûyerên bazirganiya mirovan hat tespîtkirin. Ji sedî 65 mexdûrên bazirganiya mirovan jî jin in.

    Bi heman mijarî:

    'Leşkerên Iraqê belgeyên bazirganiya DAIŞê ya petrolê bi dest xistin'
    Tirkiya navendeke bazirganiya mirovan e
    Lavrov:'Hikumeta Tirkiyeyê, ji bazirganiya bi terorîstan re pere qezenç kirin'
    Mafyaya Tirkiyayê bazirganiya keçên 11-12 salî dike
    PDK: ‘DAIŞ bazirganiya organan dike'
    Etîketan:
    bazirganiya mirovan, Serokê Yekîtiya Parêzên Sûriyeyê, Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê, Nizar el Saqif, Hasan Marûf, Urdun, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de