12:10 26 Îlon 2017
Zindî
    Ala Îsraîlê

    Îsraîl wê 100 zarokên Sûriyeyî yên sêwî li xwe bigire

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Wezareta Karên Navxweyî ya Îsraîlê biryar da ku pêşwaziyê li 100 zarokên Sûriyeyî yên ku ji ber şerê Sûriyeyê sêwî û bêkes mane, bikin û wan li xwe bigirin.

    Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê Îsraîlê Barak Sîrî ragihand ku ev cara pêşîn e hikumetê biryar girtiye ku pêşwaziyê li penaber û bêkesên Sûriyeyî bike.

    Sîrî anî ziman ku biryara hikumetê ew e ku zarokên Sûriyeyî yên sêwî û bêkes li dibistanên Îsraîlê tomar bikin û wan bidin xwendin.

    Berdevkê Îsraîlî da zanîn ku ew Sûriyeyî yên ku wê li Îsraîlê bimînin, di dema mayîna xwe de wê karibin ji hemû mafên welatî yên Îsraîlê sûdê werbigirin.

    Di heman demê hat gotin ku berê jî nexweşxaneyên Îsraîlê bi hezaran birîndarên şerê navxweyî yê Sûriyeyê derman kiribû û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahû meha borî ragihandibû ku ji bo birîndarên şerê Sûriyeyê hevkariya tenduristiyê wê were berfirehtirkirin.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî bertek nîşanî Îsraîlê da: "Plana B tuneye"
    'Divê bo xatirê ewlehiya Îsraîlê, Kurdistan neyê avakirin'
    Serokomarê Îsraîlê: Obama her tim piştevaniya Îsraîlê kir
    Çawa Trump dest bi peywirê kir, Îsraîlê jîngehên nû pesend kirin
    SANA: Îsraîlê êrîşî Balafirgeha Leşkerî ya Şamê kir
    "Îsraîlê di êrîşa duh a Şamê de balafirên xwe ceribandin"
    Îsraîlê piştî êrîşa kamyonê ji bo gumanbarên DAIŞê biryara desteserkirina îdarî da
    Etîketan:
    li xwe girtin, Zarokên Sûriyeyê, Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê Îsraîlê, Barak Sîrî, Sûriye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de