04:16 21 Îlon 2017
Zindî
    Navçeya Sûrê

    ‘Koçberên Sûrê ji jiyana civakî tên vederkirin'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 3321

    Komeleya Karmendên Jin ên Amedê (DIKAD) di derbarê koçberên Sûrê de raporek aşkere kir û ragihand ku koçberên Sûrê ji jiyana civakî tên vederkirin û miameleya koçberên Sûriyeyê li wan tê kirin.

    Komeleya Karmendên Jin ên Amedê (DIKAD), bi piştgirîya Ajansa Pêşketin a Karacadagê di derbarê koçberên Sûrê de raporek amade kir û bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Rapor bi hevdîtinên gelek malbatên Sûrê û bi tevlîbuna civaknasan bi navê "Projeya Pêşniyarên Çareserî ya Pirsgirêkên Malbatên Amedê" hate amade kirin. Seroka DIKADê Reyhan Aktar a ku rapor eşkere kir, anî ziman ku ev rapor bi armanca lêkolîna bandora şer ya li ser koçber û jinan hatiye amadekirin.

    Aktar destnîşan kir ku wan bi jinên li kolanên Sûrê yên ku bi mehan şer û pevçûn lê berdewam kiriye, hevdîtin kirine. Aktar diyar kir ku rapor bi armanca bandora şer ya li ser jiyana jinan hatiye amadekirin.

    'QEZENCA WAN A MEHANE HERÎ ZÊDE 1000 TL YE'

    Di raporê de tê gotin ku zêdetir malbatên xizan li Sûrê dijîn û qezenca wan a mehane herî zêde 1000 TL ye. Ev qezenc tenê têra xwarin û vexwarina wan dike. Jinên ku bi wan re hevdîtin hatine kirin ji %59.8 ji gundên Amedê koçê Sûrê kirine. Dîsa li gorî raporê yên ku milkê xanî yê wan e, ji %44 e. Di raporê de tê gotin ku jinan nexwestine ku ji mala xwe derkevin û ji %89 kesên ku koçkirine ji ber erzaniyê dîsa li Sûrê bi cih bune.

    'JINAN CIHÊZÊN XWE WENDA KIRINE'

    Di raporê de tê diyarkirin ku di dema şer de gelek zirar hatiye dîtin lê zirara herî zede wendakirina cihêzên jinan e û vê yekê bandoreke gelekî mezin li ser wan kiriye. Dîsa di hevdîtinên ku hatine kirin de ji %94 ji wan gotine tezmîneta zirara wan ne hatiye dayîn û sedema vê yekê daxwaza vegera Sûrê ye.

    ‘KOÇBERÊN SÛRÊ JI CIVAKÊ TÊN DÛRKIRIN'

    Di raporê de tê gotin ku koçberên Sûrê di nava jiyana civakî de rastî vederkirinê tên û alîkariya wan nayê kirin. Li hin cihan jî weke koçberên Sûriyeyê tên dîtin û ji nava civakê tên durkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Efûyê: 'Bila mafê vegerê bidin şêniyên Sûrê'
    Koçberên Sûrê: Di xanîyekî de 20 kes dijîn
    Li navçeya Sûrê 14 avahiyên dirokî dê bên restorekirin
    "Tazmînata ku dewlet dide mexdûrên Sûrê têra tiştekî nake..."
    Li Sûrê li hemberî wesayita polîsan êrîşa bombeyî
    Qedexeya derketinê li 6 taxên Sûrê hat rakirin
    Li Sûrê 3 cenaze hatin dîtin
    Etîketan:
    vederkirin, jiyana civakî, Ajansa Pêşketin a Karacadagê, Komeleya Karmendên Jin ên Amedê (DIKAD), Reyha Aktar, Amed, Sûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de