22:52 26 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad

    Tirkiye: Cihê Esad di Sûriyeya siberojê de tine

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2501

    Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Huseyin Muftuoglu diyar kir ku helwesta Enqereyê ji bo siberoja Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî nehatiye guhertin û teqez kir ku Tirkiye qebûl nake Esad di siberoja Sûriyeyê de beşdar be.

    Muftuoglu îro pêncşemê wiha got: Helwesta me tê zanîn. Kesê ku li ser rejîmê ye, 600 hezar kes kuştine. Nabe ku beşdarî damezirandina Sûriyeya siberojê bibe."

    Ji aliyê din ve, Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek li lûtkeya Davosê di panelekê de gotibû, "Tirkiye êdî nikare israr bike ku rêkeftinek bêyî (Serokkomarê Sûriyeyê Beşar) Esad pêk were. Ev ne rasteqîn e".

    Derbarê agirbesta Sûriyeyê de jî, Muftuoglu wiha got: "Hinek kom li ser erdê hene hewl didin agirbestê têk bibin, ji ber ji encamên civînên Astanayê ne razî ne."

    Herwiha Muftuoglu derbarê herêma ewle ya tê gotin ku Serokê DYAyê Donald Trump dê li Sûriyeyê damezirîne de jî wiha got: "Tirkiyeyê ji serî de teqez kir ku divê herêmeke ewle bê damezirandin; Divê em li xebatên Trump di vî warî de binerin."

     

    Bi heman mijarî:

    "Dijberiya Sûriyeyê bi zanebûn qebûl nekir li pêşnûmaya Rûsyayê binere"
    "Rûsyayê herêmeke kurdî xweser li Sûriyeyê pêşniyar kir"
    Li Sûriyeyê 6 rêxistin tevlî Ehrar-uş Şamê bûn
    Trump: "Li Sûriyeyê em ê herêmên ewle ava bikin"
    Artêşa Sûriyeyê têkoşîna xwe li dijî terorîstan bi şev jî berdewam dike
    "Divê kurd, bi taybetî jî yên Sûriyeyê beşdarî civînan bibin"
    Lavrov: Hevkariya me ya bi Tirkiye û Îranê ji bo Sûriyeyê berfireh dibe
    Etîketan:
    Donald Trump, mehmet şimşek, Beşar Esad, Huseyin Muftuoglu, DYA, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de