10:23 20 Îlon 2017
Zindî
    ahmet turk

    Saziya Tiba Edlî rapora derbarê Ahmet Turk de kêm dît

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4110

    Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê raporên ku derbarê siyasetmedarê kurd Ahmet Turk de kêm dît û daxwaz kir ku sazî bixwe wî muayene bike.

    Parêzera Ahmet Turk Zeynep Boztoprak ji Sputnik Kurdistanê re aşkere kir ku rapora Ahmet Turk îro gihiştiye saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Li gorî zanyariyên Boztoprak da, saziyê gotiye rapor kêm e û ji ber wê jî divê Ahmet Turk li saziyê bixwe ji hêla pisporan ve were muayene kirin.

    Boztoprak diyar kir ku rapor nîşanî wan nehatiye kirin û ji Serdozgeriya Mêrdînê kirine da ku rapor bikeve dosyayê. Parêzer Boztoprak desntîşan kir ku li gorî vê encamê divê Ahmet Turk ji bo Stenbolê were şandin û ev jî herî kêm wê di hefteyekê de pêk bê. Boztoprak got ku wê pêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyê biryara veguhestina Turk ji bo Stenbolê bike. Paşê wê wî bibin Stenbolê û li wir muayene bikin.

    Bi heman mijarî:

    Parêzera Ahmet Turk: Ti rapor negihiştiye ber destê saziya tiba edlî
    Ahmet Turk: Ez her dem rastî neheqiyê hatim
    Rewşenbîran ji bo Ahmet Turk serbest bê berdan bangawaziyek kir
    Ahmet Turk neqlî girtîgeha Elezîzê bû
    Serokê MHPê Bahçelî: Divê Ahmet Turk were berdan
    Ahmet Turk bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê
    Etîketan:
    rapor, Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, Sputnik Kurdistan, Zeynep Boztoprak, Ahmet Turk, Elezîz, Mêrdîn, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de