10:21 20 Îlon 2017
Zindî
    Muhemed Elûş, serokê şandeya dijberiya Sûriyeyê

    "Dijberiya Sûriyeyê bi zanebûn qebûl nekir li pêşnûmaya Rûsyayê binere"

    © REUTERS/ Mukhtar Kholdorbekov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê ya Rûsyayê pêşkêş kiribû (13)
    0 15 0 0

    Şêwirmendê şandeya dijberiya Sûriyeyê bo Astanayê Yehya Aridî ragihand ku wan bi zanebûn qebûl nekiriye, li pêşniyara şandeya Rûsyayê ya pêşnûmaya Destûra Bingehîn ji bo Sûriyeyê pêşkêş kiribû binerin.

    Aridî eşkere kir ku nûnerên dijberiya çekdar li civînên Astanayê diyar kir ku biryar dane li pêşniyara destûra bingehîn a Rûsyayê pêşkêşî wan kiribû nenerin û wan teqez kir ku ji axiftina li ser qonaxa demkî ya veguêz bêtir, dixwazin li ser berdewamkirina agirnestê biaxivin.

    "EV PÊŞNÛMA DIŞIBE PÊŞNÛMAYA BERÊ HATIBÛ PÊŞKÊŞKIRIN"

    Şêwirmendê dijberan wiha got: "Wan Kaxezek(pêşniyara guhertina Destûra Bingehîn) pêşkêşî me kir ku ji berê ve dizanin bê çi ye…Me bi kûrahî lê nenerî ku em bizanin bê çiqasî dişibe ya berê(pêşnûmaya berê hatibû pêşkêşkirin û ya niha). Ji ber me biryarek dabû. Bi zanebûn me biryar da ku em niha li vê pêşniyarê nenerin. Ji ber em wiha difikirin ku rawestandina li ser Destûra Bingehîn tê wateya guhertina armanca Astanayê. Astana ji bo agirbestê bû".

    Hêjayî gotinê ye ku piştî encamdana civînên Astanayê, medyayê nûçeyeke belav kir ku dispêre çavkaniyeke dijberiyê bêyî navê wî diyar bike û tê de îdia kir ku Rûsyayê pêşnûmayeke ji bo Destûra Bingehîn a Rûsyayê pêşkêş kiriye û tê pêşniyar kiriye ku peyva "erebî" ji navê Komara Erebî ya Sûrî" bê derxistin û tenê wek "Komara Sûriyeyê" bimîne. Herwiha di wan îdiyayan de hatibû gotin ku pêşnûmayê pêşniyara damezirandina herêmeke kurdî xweser jî kiriye û wekhevî ji zimanên erebî û kurdî li wê herêmê xwestiye."

    "NIHA TIŞTÊ GIRING AGIRBEST E"

    Herwiha Aridî derbarê pêşnûmayê de wiha got: "Ev proje ew e ya ku em ji berê de dizanin. Berî derdora 8 mehan dabûn me û hinek madeyên em dizanin tê de hene".

    Aridî axiftina xwe wiha dewam dike: "Me ji qestî ve li ya vê carê bi kûrahî lê nenerî. Tên ji bo Muhemed Elûş(Serokê Şandeyê) hatibû pêşkêşkirin…Ji ber niha em tenê tiştekî giring ji Rûsyayê dixwazin. Fişarê bike ta ku agirbesta li Sûriyeyê tekûz bike. Mijara Destûra Bingehîn qonaxeke din e. Piştî agirbestê, em ê behsa veguhestina siyasî bikin."

     

     

    Mijar:
    Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê ya Rûsyayê pêşkêş kiribû (13)

    Bi heman mijarî:

    Endamê serokatiya Baasê: Federasyon tê wateya dabeşkirina Sûriyeyê
    Siyasetmedarê kurd: Me federasyon ji Birêveberiya Sûriyeyê xwest
    ENKS: federasyon çareya kêşeya Sûriyeyê ye
    Esad: "Federasyon ji bo Sûriyeyê ne fikireke baş e û fikira kurdan xerab e"
    HSD: ‘Dê federasyon were îlankirin, lê kanton ji hev venaqetin'
    Sewqiyata leşkerî ya Artêşa tirk a ser sînorê Rojava berdewam dike
    Li Rojava wesayetek bombebarkirî hate bidesxistin
    Etîketan:
    destûra Sûriyeyê, kurd, Yehya Ardî, Muhemed Elûş, Astana, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de