15:56 20 Îlon 2017
Zindî
    kurd-zarok-rojava-

    PYD ji bo federasyonê diçe Rûsyayê

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26350

    Rûsyayê di çarçoveya çareserkirina kêşeya Sûriyeyê de heyeteke PYDê ya Hevseroka PYDê Asya Ebdullah û Nûnerê PYDê yê Fransayê Xalid Îsa jî di nav de vexwend Moskowê. Nûnerê PYDê li Fransayê Xalid Îsa ragihand ku sê kes hatine vexwendin bo Moskowê ta ku beşdarî civînan bibin.

    Hikmet Durgun

    Îsa ji Spûtnîkê re ragihand ku Rûsyayê PYD vexwendiye Moksowê û wiha got: "Berî 4 rojan Rûsyayê ji bo çareseriya kêşey Sûriyeyê PYDê vexwend Moskowê ta ku fikirên me bipirse û danûstendinê bi me re bike. Endamê PYDê yê Hevserokê Kantona Kobaniyê Enwer Muslim, Hevseroka PYDê Asya Ebdullah û ez vexwendin bo civînan. Me jî pejirand."

    PYD
    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    "DIJBER JÎ DÊ BEŞDARÎ CIVÎNÊ BIBIN"

    Ji bo civînan ez hatim Moskowê, Eger derfetên Asya Ebdullahê û Enwer Muslimî jî çêbibin, ew ê werin Moskowê. Eger nikaribin werin, nûnerê me Ebdulselam heye. Ew jî dikarin werin.Yek ji me li cihekî be, dikare me hemûyan binimîne. Sibe li dora saet 09:00ê sibehê em ê bi awayekî fermî bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bicivin. Dijberiya Sûriyeyê jî dê beşdarî civînên bibe. Piştî civîna fermî, dibe civîneke me ya cuda bi rûsan re çêbibe. Belkî ji bilî Lavrovî, em bi hinek rayedarên din ên rûs re jî bicivin. Di vê civînê de, civîna Cenevreyê ya 8ê Sibatê dê were gotûbêjkirin. Ew nerînên me derbarê wê de werin wergiritn. Rûsya dê tiştên li Astanayê qewimîne jî ji me re bibêje. Encaman dê ji me re bibêje. Ji bo çareseriya Sûriyeyê, danûstendin dê pêk were.

    "ROLA RÛSYAYÊ DI SÛRIYEYÊ DE GELEKÎ ZÊDE YE"

    Îsa diyar kir ku ew vexwendina xwe ji aliyê Rûsyayê ve erênî dinirxînin û wiha dewam kir: "Rûsya hêzeke xurt e. Endama Daimî ya Neteweyên Yekbûyî ye. Têkiliyên Rûsyayê bi Sûriyeyê re gelekî kevin in. Rola Rûsyayê gelekî zêde ye li Sûriyeyê. Rûsya li Sûriyeyê tiştên baş dike. Dixwaze çareserî li Sûriyeyê pêk were. Ti projeya çareseriya ya rejîm û dijberiyê ji bo Sûriyeyê tine. Em beşeke ji Sûriyeyê ne û amade ne ku bixebitin ta ku çareseriyeke aştiyane ji bo kêşeyê peyda bibe. Em dikarin kêşeyê bi gelên Sûriyeyê re çareser bikin. Jixwe me projeya xwe ragihandiye. Li gorî projeya me, divê her milet dê bi serfirazî cihê xwe li Sûriyeyê bigire. Em ê projeya xwe ji dostên xwe yên rûs re vebêjin. Em nerînên xwe raber bikin. Em nûnerên bakurê Sûriyeyê û Rojava, ne tenê ji bo bakurê Sûriyeyê lê ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşniyara pergaleke federal û demokratîk dikin ku her kes bi serfirazê tê de cihê xwe bigire. Em ji bo vê çareseriyê amade ne. Em amade ne alîkariya hêzên navdewletî bikin. Em çareseriyeke siyasî û aştiyane dixwazin."

    Bi heman mijarî:

    PYD: Ji me nehat xwestin ku em beşdarî agirbestê bibin
    MHPê ji bo belavoka Moskowê daxuyanî da: YPG û PYD ji bo çi tune ne?
    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    Tirkiye: Yan PYD dê derkeve yan dê bê derxistin
    PYD: Li Efrînê di bombebarana artêşa tirk de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
    Erdogan: De bila PKK û PYD were we rizgar bike
    Erdogan: Me bi Amerîkayê re lihev kir, PYD dê ji Minbicê vekişe
    PYD: "Alaya Amerîkayê nehatiye daxistin û ya Sûriyeyê nehatiye hildan"
    Etîketan:
    PYD, Asya Ebdullah, Xalid Îsa, Enwer Muslim, Sergey Lavrov, Sûriye, Rojava, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de