10:24 20 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Artêşa Iraqê hejmara deverên ku li Mûsilê hatin kontrolkirin eşkere kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 820

    Fermandariya Artêşa Iraqê ya Operasyona Newnewayê diyar kir ku di heyama 100 rojên operasyona Mûsilê de 2 navçe, 5 nahiye, 403 gund û 87 tax hatin kontrolkirin.

    Fermandarê Operasyonên Neynewayê Ebdulemîr Yarella îro diyar kir ku ji roja pêşîn a operasyona kontrolkirina Mûsilê, ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge û polîsên federal ve hat destpêkirin, heta 30ê Mijdara 2016an nêzîkî hezar û 100 kîlomitro çargoşe hatiye kontrolkirin.

    Yarella da zanîn ku li mihwerê bakurê Mûsilê hêzên ewlehî yên Iraqê qadeke zêdetirî 2 hezar û 100 kîlomitro çargoşe kontrol kirin û di heman demê hêzên dijterorê jî 8 gund û 56 tax kontrol kir.

    Fermandarê Iraqî anî ziman ku Heşdî Şebî jî di çarçoveya operasyonên Mûsilê de qadeke bi qasî 3 hezar kîlomitro çargoşe kontrol kir.

    Ebdulemîr Yarella derbirî ku Artêşa Iraqê li rojhilatê Mûsilê di heyama 100 rojên operasyona Mûsilê de bi tevahî 2 navçe, 5 nahiye, 403 gund û 87 tax kontrol kirin.

    Hêjayê bibîrxistinê ye ku operasyona kontrolkirin a Mûsilê di 17ê Cotmeha 2016an de bi beşdarbûna hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge destpê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Ji Pentagonê daxuyaniya rojhilatê Mûsilê: Serkeftineke pir mezin e
    Bi çend çalakiyên cuda alîkarî ji penaberên Şingal û Mûsilê hat şandin
    NY: DAIŞê êrişî sivîlên ku dixwazin ji Mûsilê derkevin dike
    Serokwezîrê Iraqê rizgar kirina rojhilatê Mûsilê piştrast kir
    'DAIŞê li Mûsilê keçên êzidî bi komî bir cihên din'
    Polêsê Iraqê hejmara DAIŞiyên li Mûsilê hatine kuştin eşkere kir
    Barzanî: Piştî rizgarkirina Mûsilê, wê desteyek bilind a leşkerî bê avakirin
    Etîketan:
    kontrolkirin, dever, hejmara, Fermandarê Operasyona Kontrolkirina Mûsilê, Ebdulemîr Yarella, Neynewa, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de