03:18 23 Îlon 2017
Zindî
    PYD

    "Rûsyayê PYD vexwend Moskowê"

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9741

    Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo ragihand ku PYD hatiye vexwendin ji bo beşdarî civînên, Rûsya dê bi dijberên Sûriyeyê re li dar xîne.

    Berpirsyarekî ji Wezareta Derve ya Rûsyayê duh ragihandibû ku Sergey Lavrov di 27ê Rêbendanê li Moskowê dê bi nûnerên komên dijberên sûriyeyî re bicive.

    Li gorî nûçeya ARTA FMê, Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sihanok Dîbo duh çarşemê ragihand ku Wezareta Derve ya Rûsyayê PYDê vexwendiye ta ku beşdarî civînên Rûsyayê bi dijberan re bibe.

    Herwiha Dibo eşkere kir ku aliyên din jî hatine vexwendin lê ew alî bi nav nekirin.

    "NÛNERÊ PYDÊ YÊ PARÎS HATIYE VEXWENDIN"

    Ji aliyê din ve, Rûdawê diyar kir ku Nûnerê PYDê li Parîqê Xalid Îsa vexwendiye û wiha got: "Her yek ji Serokê Desteya Bilind a Danûstandinkar Riyaz Hica û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereyê Enes Ebde hene. Herwiha Serokê Desteya Hemahengiyê Hesen Ebdulezîm, Nûnerê Platforma Himêmîmê Liyan Mishid û Nûnerê PYDê yê li Parîsê Xalid Îsa jî ji bo hevdîtina Moskowê hatine vexwendin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Pûtîn şîroveya Astanayê: Em hêvî dikin zemîneke baş ji bo Cenevê pêk bîne
    ‘Serkeftina Zîrweya Astanayê ya Rûsya û Tirkiyeyê ye'
    HSD: Em nehatin vexwendin bo Astanayê, em jî dê biryarên wê qebûl nekin
    Yildirim: "Li Astanayê serkeftineke cidî hat bidestxistin"
    Îran: Hevdîtinên Astanayê gihîştin meqseda xwe
    Ji 7 partiyên siyasî yên li Rojava daxuyaniya Astanayê
    Etîketan:
    PYD, Desteya Bilind a Danûstandinkar, Enes Ebde, Riyaz Hica, Xalid Îsa, Sergey Lavrov, Rojava, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de