20:42 24 Îlon 2017
Zindî
    Qamışlo

    Sê partiyên Rojava bûn yek partî

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 90825

    Sê partiyên Rojavayê duh biryara yekbûnê di bin sîwana partiyekê de da û navê wê partiyê jî kir, Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Yekgirtî.

    Partiyên bi navê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyeyê, Partiya Azadî ya Kurdistanê û Şepêla Hevgihînê di konferanseke çapemeniyê de li Qamişloyê ragihand ku ew di bin sîwana partieke nû bi navê Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Yekgirtî de dibin yek Partî.

    Jinên kurd - Rojava
    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Li gorî nûçeya ARTAyê, serkirdayetiyê Partiya Azadî yA Kurdistanê Ebdulkerîm Itê ragihand ku çarçoveya ENKSê ji çarçoveyên din bêtir nêzîkî wan e.

    Herwiha Itê diyar kir ku wan daxwaznameya beşdarbûna di ENKSê de li ser navê Partiya Azadî ya Kurdistanê şandiye.

    Ji aliyê din ve, di bûyerpressê de hat ragihandin ku partiya nû wiha ragihandiye: "Em piştgiriyê didin hemû gav û projeyên hevkariyê yên ku yekrêziya kurdan û yekkirina helwesta kurdan li Kurdistana Sûriyeyê xurt dikin û mafên neteweyî yên gelê kurd di çarçoveya projeyeke neteweyî Kurdistanî de dabîn dikin".

    Bi heman mijarî:

    Ji 7 partiyên siyasî yên li Rojava daxuyaniya Astanayê
    Li bajarê Girê Spî yê Rojava teqîn pêk hat
    Artêşa tirk li Amûdê sînorê Rojava derbas kir
    'PDK peşmergeyên Rojava li gorî berjewendiyên xwe perwerde dike'
    DYA li Rojava mezintirîn baregeha leşkerî ava dike
    Îdiaya ku "DYAyê baregeheke nû li Rojava ava kiriye"
    Şandeke Rojava bi Brett McGurk re civiya
    Etîketan:
    Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Yekgirtî, Şepêla Hevgihînê, Partiya Azadî ya Kurdistanê, ENKS, Ebdulkerîm Itê, Qamişlo, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de