08:03 24 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    ‘Hêza taybet a Tirkiyeyê emîrekî din ê DAIŞê desteser kir'

    © AFP 2017/ Tauseef MUSTAFA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Hat ragihandin ku hêza taybet a Tirkiyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de 2 roj berê bi operasyoneke taybet emîrekî din ê DAIŞê desteser kir.

    Balafirên şer ên Fermandariya Hewayî ya Tirkiyeyê li herêma El Bab a bakurê Sûriyeyê avahiya ku emîrên rêxistina terorîst a DAIŞê kom bibûn bombebaran kir.

    Li gorî nûçeya Ugur Erkanê rojnameya Hurriyetê ku dispêre çavkaniyên ewlehî yên tirk, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) agahiya ku rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo motîve û kordîneya li derdora Reqqayê 300 emîrên bi statuyêncuda xistine bajêr bidest xist.

    Hêza taybet ji bo ku emîrên paye bilind ê rêxistina terorîst a DAIŞê bi zindî desteser bike operasyonan lidar dixe. Çavkaniyên leşkerî nûçeya ku duhî di rojnameya Vatanê de derketibû û emîrê ku di 5ê Rebendanê de fermana êrişa wesayîta leşkerî ya tirk dabû û di encamê de 5 leşkerên miribûn desteser kir. Emîr ji terefê hêzên taybet ve hat desteserkirin û birin Tirkiyeyê.

    Heman çavkaniyê ragihand ku hêzên taybet 2 roj berê li herêma El Babê operasyonek lidar xistin û emîrekî din ê DAIŞê desteser kirin. Bi awayî niha du emîrên paye bilind ê DAIŞê ketin destê Tirkiyeyê. Hat ragihandin ku hêzên ewlehî yên Tirkiyeyê di jêpirsîna van emîran de daxwaza fêrbûna hejmara milîtan, depoyên çekan û kesên ku bi wan re têkildar in dikin.

    Bi heman mijarî:

    Kurtulmuş: "Koalîsyonê piştgiriya pêwist neda Mertalê Firatê"
    Di Civîna Riyadê de piştgiriya Operasyona Mertalê Firatê
    Taştekin: "Operasyona Mertalê Firatê teqane û dawiya wê tuneye"
    Di Operasyona Mertalê Firatê de leşkerek hat kuştin û 9 jî birîndar bûn
    Leşkerê ku di Mertalê Firatê de birîndar bibû mir
    Etîketan:
    Hêza taybet a Tirkiyeyê, Fermandariya Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), DAIŞ, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de