12:13 26 Îlon 2017
Zindî
    Mevlut Mert Altintaş

    ‘Qatilê Karlov ji terefê komser ve hat motîvekirin'

    Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Hat îdîakirin ku qatilê Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov Mevlut Mert Altintaş ji bo ku bikaribe bilez demançeyê bikşîne li qewlikekî guncaw geriyaye.

    Li gorî îdîakirin ku qatilê Andrey Karlov Mevlut Mert Altintaş ji bo ku bikaribe bilez demançeyê bikşîne li qewlikekî guncaw geriyaye. Komserê bi nave A.K. ku ji Altintaş re qewlik aniye û jê re gotiye ‘ya girîng qabîliyeta te ya bilez çek kişandine' û ew motive kiriye.

    Li gorî nûçeya rojnameya Akşamê, beriya êrişa çekdarî trafîka telefonê ya Mevlut Mert Altintaş hat vekolîn. Di nava 5 kesên dawî de ku Altintaş bi wan re bi rêya telefonê axiviye komserê A.K ku bi sedema bikaranîna bernameya ByLockê ji kar hatibû îxraçkirin û paşî li Stenbolê hatibû binçavkirin jî heye. Hurgiliyên axaftina Altintaş û komser derketin holê.

    Hat ragihandin ku li gorî agahî û îfadeyan, Altintaş ji bo ku bikaribe bilez demançê bikşîne li ser li qewlikê demançê geriyaye. Li gorî lêpirsînê, di mijara qewlikê demançeyê de komserê endamê FETO/PDYê A.K. Altintaş motive kiriye û jê re gotiye ‘ya girîng ne qewlikê demançê ye, hûnera te bilez çek kişandin e'. Hat ragihandin ku A.K sûcdarî red kirine û gotiye haya min ji suîqestê tuneye. Lêpirsîna komserê bi navê A.K ya derbarê qûiqestê de didome.

    Bi heman mijarî:

    Polêsek din jî di çerçoveya suîqasta Karlov de hat girtin
    Di lêpirsîna kuştina Karlov de polîsek û karmendek hat girtin
    Organîzatorê pêşangeha ku Karlov lê hatibû kuştin hat binçavkirin
    Cesedê qatilê Karlov li goristana bêkesan hat binaxkirin
    Marina Karlova: Heke kujer Karlov nas bikira ew nedikuşt
    Etîketan:
    FETO/PDY, Qatilê balyozê rûsî, Mevlut Mert Altintaş, Andrey Karlov, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de