04:17 21 Îlon 2017
Zindî
    Benyamin Netanyahu

    Ji Netanyahu bo destpêkirina hevdîtinên aştiyê du şert

    © AFP 2017/ GALI TIBBON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo destpêkirina hevdîtinên aştî yên Filistînê du şert pêşkêş kirin.

    Li gorî nûçeya Radyoyê Dewletê yê Îsraîlê, Serokwezîr Benjamin Netanyahu di Parlamentoya Îsraîlê Knessetê de pirsên parlamenteran bersivandin û ragihand ku şertên destpêkirina hevdîtinên aştî yên Filistinê bi îtîrafa hebûna Dewleta Yahudî ya Îsraîlê, ewlehî û desthilatiya axa Îsraîlê ji Rûbarê Ûrdunê hetanî Deryaya Spî qebûl bike ve girêdayî ye.

    Benjamin Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de ragihandiye ku Îsraîl ji van herdu şertan tawîzê nade, lewma mijara sereke ya gengeşiya navbera Îsraîl û Filistînê ne mijara hewldanên bicihbûn û înşeatê ne.

    Berê Îsraîlê ji bo destpêkirina hevdîtinên aştî yên navbera Îsraîl û Filistînê bi şertê qebûlkirina nasnameya dewleta yahudî ve girêdida û niha Netanyahu cara yekemîn şertê ewlehî û desthilatiya axa Îsraîlê ji Rûbarê Ûrdunê hetanî Deryaya Spî jî avêt holê.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu piştî biryara avakirina înşeatan bi Trump re hevdîtinek pêk anî
    Ji Kerry bo Netanyahu: "Em li dijî Îsraîlê tu biryaran nastînin"
    Ji Pûtîn bo Netanyahu peyama sersaxiyê
    Netanyahu: Me bi hezaran birîndarên sivîl ên Sûriyê tedawî kir
    Netanyahu: "Her kî ewlehiya dewletê têxe talûkê divê were cezakirin"
    Etîketan:
    Şertên destpêkirina hevdîtinên Îsraîl û Filistînê, Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu, Filistîn, Îsra
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de