02:28 17 Tebax 2017
Zindî
    HSD - Hêzên Sûriyeya Demokratîk

    Îdiaya ku "DYAyê baregeheke nû li Rojava ava kiriye"

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13050

    Malpera BasNewsê îdia kir ku DYA li bajarê Rimêlan ê Rojavayê baregeheke nû ava kiriye û 800 komando li wê derê bi cih kirine.

    Li gorî nûçeya BasNewsê ku dispêre çavkaniyên leşkerî yên HSDê yên YPG pêşengiya wan dike,wiha gotiye: "Berî  çend rojan, ji nişka ve Hêzên Kurdî  navenda leşkerî(Telbîdr)li başûra Hesekê col kirin û hêzê û amûrên leşkeriyê xwe ji bo navendekî din veguhestin.”

    Herwiha çavkaniya ku nexwastiyê navê xwe eşker bike, wiha gotiye ku DYAyê 800 komando li baregehê bi cih kirine.

    Ji aliyê din ve, DYA ev baregeh damezirandiye ta ku piştgiriyê bide hêzên HSDê di operasyona Dêra Zorê de.

    Hêjayî gotinê ye ku berî niha jî hatibû îdiakirin ku Amerîkayê çend bargehên leşkerî û şûnên rûniştina helîkoptêran li çend şûnên cuda li Rojava wek Kobaniyê, Eyn Îsa, Rimêlan û Rîfa Hesekê ava kirine.

    Bi heman mijarî:

    PDK-S: 'Kongreya Rimêlanê dê federaliyê ji bo kurdan qebûl bike'
    Amerîka, ji bo avakirina baregehan li Kobanî û Rimêlan erdan dikire
    Helwesta Amerîkayê ji êrişa DAIŞê li ser Kobanê
    YPG: Artêşa tirk êrişî Kobanê û Efrînê kir
    YPG: Artêşa Tirk gundên Kobanê gulebaran kirin
    YPG: Di 2016an de nêzîkî 10 hezar km kare erd ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    Etîketan:
    YPG, HSD, Kobanî, DYA, Amerîka, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de