09:59 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê bi buldozerê 7 kes kuştin û dilê kesê 8an bi saxî derxist

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 74 0 0

    Çavkaniyeke ewlekariya Kerkûkê îro ragihand ku DAIŞê bi buldozerê pê li 7 kesan kir û dilê yê heştan bi saxî derxist.

    Çavkaniyê ragihand, "DAIŞê bi buldozerê 7 kes îdam kirin, piştî ku ew bi xebata bi istixbarata Iraqê re tohmetbar kirin" û diyar kir ku bi saxê bi buldozerê pê li wan kir ku hinek endamên berê yên istixbaratê di nav wan de bûn.

    Herwiha çavkaniya ku nexwest navê wê were eşkerekirin wiha got: "Endamekî rêxistinê dilê yekî bi saxî derxistiye û xwariye, ji ber ku ew jî bi hevkariya bi istixbarata Iraqê re hatibû tohmetbarkirin."

    Li gorî çavkaniyê, ev bûyer li kampa leşkerî ya Hewîceyê pêk hatiye û DAIŞê dîmenên vê bûyerê tomar kirine.

    Hêjayî gotinê ye ku DAIŞê ji sala 2014an ve navçeya Hewîceyê kontrol kiriye û ji wê çaxê de bi dehan kes bi tohmetên cûbicûr kuştine.

    Ev îdamên DAIŞê di demeke wiha de tên ku Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li gelek sengeran DAIŞê dişkînin û têk dibin.

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: DAIŞ û El-Nusra hewl didin agirbestê xera bikin
    Lavrov: Hemû aliyên çekdar ên ne girêdayî DAIŞ û El-Nusrayê dikarin beşdarî Astanayê bibin
    DAIŞ li Afxanîstanê gundekî da ber êgir
    Zaxarova: DAIŞ û El Nûsra li Sûriye û Iraqê çekên kimyewî bikar tînin
    Rûsya: DAIŞ û Fetih El-Şam hemû fersendan bi kar tînin ji bo agirbestê xera bikin
    "DAIŞ sivîlên li Tebqayê dike mertala zindî"
    Pisporê rûsî: ‘Çima DAIŞ hindik êrişê leşkerên Amerîkayê dike'
    Etîketan:
    îdamkirina bi buldozerê, Pêşmerge, DAIŞ, Hewîce, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de