07:53 24 Tebax 2017
Zindî
    Cihê bûyerê - Polês - polîs

    Karpatê ku ji bo êrîşa li ser avahiya AKPê lê digeriyan, di operasyonekê de hat kuştin

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Bilgehan Karpat ê ku tê îdiakirin, êrîşî avahiya Serokatiya Parêzgeha Stenbolê ya AKPê bû û endamê DHKP-Cyê li Tekirdagê di operasyonekê de hat kuştin.

    Hat ragihandin ku Karpatê ji bo êrîşên li ser avahiya AKPê ya Stenbolê û Avahiya Ewlekariyê ya Stenbolê, polîs lê digeriya, li navçeya Muratliyê ya Tekirdagê li ixtara polîs a "raweste" ranewestiya û reviya, piştî ku bersiva bangên polîs ên "xwe radest bike" bi guleyan da, hat kuştin.

    Li gorî nûçeya AAyê, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna êrîşa li ser avahiya AKPê de ragihandiye ku Karpat êrîşa navborî pêk aniye û Wezareta Hundir a Tirkiyeyê ew xistiye lîsteya kesên li wan tên gerandin û  xelateke bi qasî 300 hezar lîreyên Tirkiyeyê daniye ser.

    Piştî ku Karpat li herêma geştê ya Muratliyê hatiye dîtin û piştî wê polîsan operasyonek daye destpêkirin. Hat gotin ku karpet gule bera polîsan dane û di encama şerî de hatiye kuştin.

    Birêveberiya Ewlekariyê Stenbolê  di çarçoveya êrîşa lêpirsîna êrîşa li ser avahiya AKPê de kesek li Tekirdagê girtibû.

     

    Bi heman mijarî:

    Polîsan dest danî ser kelûpelên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
    Kesek bi tohmeta li Stenbolê êrîşî midûriyeta emniyetê û avahiya AKPê kiriye hat zevtkirin
    Li Stenbolê li dijî polêsan êrişa çekdarî
    Li ber avahiya AK Partî ya Stenbolê dengê teqînê hat
    Li dijî emniyeta Stenbolê hewildana êrîşa moşekî
    Li Stenbolê 28 DAIŞî hatin girtin
    Li Stenbolê merasîma bîranîna Hrant Dînk bi rê ve çû
    Parêzgarê Stenbolê di derbarê êrîşkarê Reinayê de agahî dan
    Etîketan:
    AKP, Muratli, Tekirdag, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de