18:39 17 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Muslim: Mijara sereke ya Astanayê agirbest e

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 16540

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Muslim ragihand ku armanca kesên li Astanayê dicivin, tenê agirbest e û ti armanceke siyasî jê tine. Herwiha Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku mijara sereke ya civînên Astanayê dê agirbest be û meseleyên siyasî dê nebin rojeva civînan.

    Civînên Astanayê yên Tirkiye û Rûsya garantoriya wan dikin, sibe dê dest pê bikin.

    Beriya hevdîtinan bi rojekê Wezaretê ji bo medyayê agahiyek weşand û da zanîn dê hevdîtin li gorî saetên Kazakîstanê 23ê meha yekê katjimêr 13.00 a de dest pê bike heya roja dî saet 13.00an dê berdewam bike. Her wiha hat ragihandin dê hevdîtin li Otela binavê Rîxos President bên kirin.

    Ji aliyê din ve, hevserokê PYDê Salih Muslim li bajarê Amûdê beşdarî merasîmên salvegera sêyemîn a damezirandina xweseriya demokratîk.

    "ARMANC NE ÇARESERIYA KÊŞEYA SÛRIYEYÊ YE LÊ…"

    Li gorî nûçey BûyerPressê, Muslim derbarê civînên Astanayê de û beşdarnebûna Xweseriya Demokratîk de axiviye û teqez kiriye ku "bidûrxistina birêveberiya xweser, ne tenê bidûrxistina kurdan e û wiha diyar e ku çareseriya demokratîk qebûl nakin û ev tişt eşkere dike ku kesên civîn amade kirine, di çareseriya pirsa Sûriyeyê de ne cidî ne lê ew —wek wan jî gotiye- tenê dixwazin agirbestê pêk bînin û ev jî meseleyeke din e.

    "TENÊ PROJEYA XWESERIYA DEMOKRATÎK HEYE Û QEBÛLKIRIN JÎ HEYE".

    Herwiha Muslim diyar kir ku pêdivî bi rêyeke din ji bo çareseriyê heye û teqez kir ku ew ê biryarên civînên Astanayê qebûl nekin û wiha pê de çû: "Me gelek gav ji aliyê têkilî û hevdîtinên navdewletî ve avêtine û me xweseriya demokratîk ji gelek aliyan re rave kir û jixwe wek proje, ji bilî prrojeya xweseriya demokratîk, ti proje tine û qebûlkirin heye…"

    "HIKÛMETA SÛRIYEYÊ JÎ Û DIJBERÎ JÎ NEÇAR IN, PROJEYA ME QEBÛL BIKIN"

    Muslimî axiftina xwe wiha bi dawî kir: "Ti têkiliyên me bi rejîmê re tine. Ji ber projeya me tekane proje ye. Her kes neçar e qebûl bike, çi rejîm û çi dijberî".

    "BIRO: MIJARÊN SIYASÎ DÊ NEKEVIN ROJEVA ASTANAYÊ"

    Serokê ENKSê Îbrahîm Biro yê ku li gel endamê ENKSê Abdulhekîm Beşar, parêzer Derwîş Mîrkan dê beşdarî civînên Astanayê bibin, diyar kir ku di rûniştina yekem a civînên Astanayê de mijarên siyasî dê nebin rojev. 

    Li gorî nûçey Rûdawê,  Serokê Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro derbarê mijarê de wiha gotiye; “Heta niha jî civînan dest pê nekiriye. Vê gavê li gel aliyê Rûsya û Tirkiyê danûstandinên pêşwext tên kirin. Derbarê çawaniya danûstandinan de û herwiha ka dê şandên dijberî û rejîmê bi hev re rûnin yan na, hê biryarek nehatiye wergirtin.

    "REWŞA SIYASÎ DÊ BIMÎNE BI CENEVÊ"

    Biro eşkere kir ku şandeya leşkerî ya dijberê dixwaze ji bo ragihandina agirbestê garantî hebin û diyar kir; “Hîn jî li hinek deverên Sûriyê şer heye. Ji Rûsyayê dixwazin wê peymana berî cî bi cî bikin. Eger sibe civînan dest pê kir, şandeya sereke, dê ya leşkerî be û bi taybetî dê li ser rewşa rawestandinan şer û alîkariyên mirovî bisekinin. Rewşa siyasî jî dê ji bo kongreya Cenevê re bê hiştin.”

    ENKSÊ JI BO KURDAN DOSYAYEKE AMADE KIRIYE

    Herwiha li gorî nûçeyê, Îbrahîm Biro daye zanîn ku wan ji bo rewşa tevahiya Sûriyeyê û ya kurdan dosya xwe amade kiriye û wiha axivî:
    “Lê em dizanin ku rewşa siyasî dê di van rûniştinana de neyê axiftin. Ji ber ku mûxalefet jî guman dike şer neyê rawestandin. Rawestandina şer ji bo çareseriya siyasî destpêkek e.”

    "KOSAÇEV: EM Ê LI MOSKOWÊ JÎ BI DIJBERÎ Û HIKÛMETA SÛRIYEYÊ RE BICIVIN"

    Ji aliyê din ve, Serokê Komîteya Karên Derve yê Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev ragihand ku roja çarşemê dê bi hikûmeta Sûriyeyê û nûnerên dijberiyê re li Moskowê bicvin.

    Kosaçev bi Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku ew ê di wê civînê de behsa mijarên yekkirina perspektîva dijberî û hikûmeta Sûriyeyê ji bo civînên Astanayê û alîkariyên Rûsyayê bo civînên Astanayê bikin.

    "PARLEMENTERÊN RÛS DÊ SERDANA SÛRIYEYÊ BIKIN"

    Herwiha parlementerê Dûmayê Dmitriy Sablin ragihand ku heyetek ji Dûmayê dê di demeke nêz de serdana Sûriyeyê bike.

    Sablin diyar kir ku parlementerên rûs dê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad re bicivin û ew ê alîkariya mirovî bibin wê derê.

     

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Ji Washingtonê tu heyet beşdarî hevdîtinên li Astanayê nabe
    Lijneya Îranê çû Astanayê
    De Mistura: Em dikarin encamên Astanayê li Cenevreyê bi kar bînin
    Amerîka vexwendina Astanayê dinirxîne
    Esad: Mijara sereke ya civînên Astanayê eşkere kir
    Lavrov: DYA bo civînên Astanayê hate vexwendin
    'Dibe ku tîma Trump beşdarî Astanayê bibe'
    Etîketan:
    Îbrahîm Biro, Konstantîn Kosaçev, Dmitriy Sablin, Beşar Esad, Salih Muslim, Astana, Sûriye, Kazaxistan, Tirkiye, Iraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de