02:00 24 Tebax 2017
Zindî
    Beşar Caferî

    El-Caferî: Tirkiye alîkariya terorîstan dike

    © REUTERS/ Denis Balibouse
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20010

    Serokê şandeya hikûmeta Sûriyeyê bo Astanayê Beşar El-Caferî teqez kir ku "diyalogeke tirkî-sûrî dê çênebe, ji ber Tirkiye serweriya Sûriyeyê bin pê dike û alîkariya terorîstan dike".

    El-Caferî berî çûna xwe bi Qazaxistanê derbarê mijarê de wiha got: "Tirkiye serweriya Sûriyeyê bin pê dike, alîkariya komên terorîst dike û rê li ber çareseriya aştiyane digire, lewra ji bo me, dê diyalogeke sûrî-tirkî pêk neyê."

    Astana
    © Sputnik/ Mikhail Voskresensky
    Herwiha rayedarê sûrî teqez kir ku "aliyên herêmî dê 'beşdarî civînên Astanayê nebin', ji ber ew civîn di navbera sûriyan bixwe de ne ku ti merc jipêşî de nehatine diyarkirin û ti aliyê derveyî dê destwerdanê tê de neke".

    El-Caferî di berdewam axiftina xwe de diyar kir ku armanca civînên Astanayê, diyarkirina xetên rawestandina şerî ye û ew e ku komên terorîst ji komên agirbest pejirandiye bên vavêrkirin.

    Derbarê pêşbîniyên encamên civînan de, El-Caferî eşkere kir ku hîn zû ye, mirov encaman texmîn bike lê niyeta hikûmeta sûrî ew e ku bi awayekî erênî beşdarî civînan bibe.

     

    Bi heman mijarî:

    Esad: Mijara sereke ya civînên Astanayê eşkere kir
    Lavrov: DYA bo civînên Astanayê hate vexwendin
    Ilham Ehmed: Bêyî beşdarbûna kurdan, civînên Astanayê dê têk biçin
    Nûnerê Hikûmeta Kurdistan: Bila kurdên Sûriye û Iraqê jî tev li civînên Astanayê bibin
    Çavuşoglu li ser beşdariya PYD/YPG'ê bo civînên Astanayê axivî
    HSD: Em ê biryarên civînên Astanayê qebûl nekin
    Etîketan:
    civînên Astanayê, Beşar El-Caferî, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de