22:16 17 Tebax 2017
Zindî
    Walîtiya Mêrdînê

    Li Mêrdînê bi îdiaya ku PKKî ne 2 kes hatin kuştin

    © Foto: mardin.gov.tr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    Li gundê navçeya Artuklu ya Mêrdînê Sulakê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li Qoserê jî hat îdiakirin ku 2 kes di encama pevçûnê de ji hêla polîsan ve hatine kuştin.

    Walîtiya Mêrdînê diyar kir ku ji ber destpêkirina operasyona leşkerî ya li hemberî PKKiyan li gundê navborî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

    Duh di encama operasyona li heman herêmê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû ku hatibû îdiakirin di encama şerê di navbera leşkerên tirk û endamên PKKê de endamekî PKKî jiyana xwe ji dest daye.

    Di vê navberê de li navçeya Qoserê li taxa Ataturkê polîsan girt ser malekê û di encama serdegirtinê de hat îdiakirin ku pevçûn derket. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) jineke ku keşf li ber Qaymeqamtiya Qoserê dikir, li vê malê di encama pevçûnê de hatiye kuştin. Dîsa li heman ciyê kesekî din jî hatiye kuştin ku ji bo wî jî hate îdiakirin endamê PKKê ye.

    Bi heman mijarî:

    TSK: 2 sengerên çekan ên PKKê hatin rûxandin
    Bi tohmeta endamtiya PKKê 36 kesên din hatin binçavkirin
    Xwendekarê bi îdiaya "propagandaya PKKê" hatibû desteserkirin, hat berdan
    Serokwezîrê Tirkiyê: PKKê êrîşa Îzmîrê plan kiriye
    Etîketan:
    pevçûn, Qaymeqamiya Qoserê, DHA, Walîtiya Mêrdînê, PKK, gundê Sulakê, Qoser, Artuklu, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de