11:10 23 Tebax 2017
Zindî
    Komara Mahabadê

    Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed

    © Foto: Azadiya Welat
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 150100

    Komara Kurdistanê di 22ê Rêbendana sala 1946an de bi pêşengtiya Qazî Mihemed li Qada Çarçira ya bajarê Mehabadê hat ragihandin û di 16ê Berfanbara 1946an de hat hilweşandin.

    Her çi qas di dîroka kurdan de hin dewlet hatin avakirin jî, dikare were gotin ku di serdema nûjen de dewleta ku herî bi rêkûpêk, bi pergal û sazî Komara Kurdistanê ya Mehabadê ye. Komara Kurdistanê di 22ê Rêbendana 1946an de, ango beriya 71 salan îro hat damezirandin.

Komara Kurdistanê di pêşengtiya Qazî Mihemed de hat ragihandin. Ji bo vê yekê divê hinekî behsa Qazî Mihemed were kirin. 

    QAZÎ MIHEMED KÎ YE?

    Qazî Mihemed ê kurê Qazî Elî yê kurê Mîrza Qasimê Qazî di sala 1900î ya zayînê de li bajarê Mehabadê ji dayik bû. Binemala Qazî binemaleke zane, netewper û xwedî kultir bû. Qazî Muhemmed di temenê xwe yê 7 salî de li ber destê mamoste û zanyarên Mehabadê dest bi xwendinê dike. Qazî piştî ku bavê wî koça dawî dike, dibe qaziyê bajarê Mehabadê û di sala 1941an de dibe berpirsê karûbarên çand û ewqaf ê Mehabadê. Qazî Mihemed ê ku gelekî qedr û qîmet dida xwendin û zanistiyê di dema vê berpersyariya xwe de ji bo pêşketina xwendin, fêrbûn û zanistiyê gelek xebat birêve bir. Yek xebata wî ya girîng a vê demê ew e ku wî yekemîn dibistana keçan vekir.

    Komara Mahabadê
    © Foto: Twitter
    Komara Mahabadê

    Qazî Mihemed di sala 1943yan de bi navê ‘Bînayî' dibe endamê Komeleya Jiyaneva ya Kurdistanê (J-K) û paşê bi fikra partiyeke demokrat û pêşketî di 16ê Tebaxa 1945an de li ser bingeha Komeleya Jiyaneva ya Kurdistanê (ev Komele jî di 16ê Tebaxa 1942yan de hatibû damezirandin) Partî Demokrat Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) ava dike. Qazî Mihemed ê ku di 22ê Rêbendana 1946an de li Qada Çarçira ya Mehabadê Komara Kurdistanê îlan dike, ji aliyê rêveberiya Îranê ve di 30ê Adara 1947an de ligel Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê xwe Sedrî Qazî li Qada Çarçira ya ku Komara Kurdistanê lê hatibû ragihandin, hat bidarvekirin.

    KOMARA KURDISTANÊ

    Komara Kurdistanê ya Mehabadê dikare were gotin ku yekemîn komara kurdan a nûjen, bi rêkûpêk, bi pergal û sazî ye. Komara Kurdistanê 5 meh û 7 rojan piştî avakirina Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), di 22ê Rêbendana 1946an de bi pêşengtiya Qazî Mihemed û bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê li Qada Çarçira ya bajarê Mehabadê hat ragihandin.

    Di Komara Kurdistanê de 13 wezaret hatin avakirin û piştî ragihandinê di demeke kurt de Destûra Bingehîn a Komarê hat amadekirin. Her çiqas temenê Komara Kurdistanê kin bû jî (nêzîkî 11 mehan ajot), di nava vê demê de di warê siyasî, civakî, çandî, wêjeyî, perwerdehî û leşkerî de gelek xebatên giranbiha hatin kirin.

    XEBATÊN DEMA KOMARA KURDISTANÊ

    Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed ji ber ku gelekî qedr û qîmet dida xwendin û perwerdehiyê, di dema komarê de di vî warî de gelek xebat birêve bir û pergala xwendin û perwerdehiyê bi awayekî berbiçav bi pêş xist. Di dema Komara Kurdistanê de beşek xwendekar ji bo Sovyetê hat şandin, zimanê kurdî bû zimanê fermî, şanoya kurdî hat avakirin, rojnameya bi navê Kurdistanê (weşana fermî ya Komara Kurdistanê bû) û gelek kovar hatin weşandin. Her wiha Qazî li ser mafên jinan jî gelekî disekinî û dixwest jin jî beşdarî karên siyasî, civakî, çandî û perwerdehiyê bibin. Çawa ku di sala 1943yan de di dema berpirsyariya xwe ya bajarê Mehabadê de yekemîn dibistana keçan vekiribû, di dema komarê de jî piştgirî da avakirina rêxistin a bi navê Yekîtiya Jinên Kurdistanê (14ê Adara 146an de hat damezirandin) û hevjîna wî Mîna Qazî bû pêşenga vê rêxistinê.

    Komara Kurdistanê di 30ê Adara 1946an de bi beşdarbûna Mele Mistefa Barzanî, nûnerên herêmên din ên Kurdan û serekên eşîr ên kurdan kongreyek hat lidarxistin. Her çi qas heta vê demê di rojnameya Kurdistanê de ji bo Qazî Mihemed carcaran navê ‘Pêşewa' dihat bikaranîn jî, ew nav bi awayekî di vê kongreyê de ji bo Qazî Mihemed hat qebûlkirin.

    GIRÎNGIYÊ DIDE DÎPLOMASIYÊ

    Qazî Mihemd di serdema Serokomariya xwe ya Komara Kurdistanê de girîngiyê dida xebatên dîplomasiyê jî û di demê de him serdana Azerbaycanê dike û li Bakûyê bi nûner û rayedarên siyasî yên wî welatî re hevdîtinan dike him jî li ser vexwendinê diçe serdana Tehranê (28ê Tîrmeha 1946an) û li wir ji aliyê rayedarên siyasî ve wek kesekî azadîxwaz û demokrat tê pêşwazî kirin.

    BI AWAYEKÎ VEŞARTÎ HATIN DARIZANDIN

    Komara Kurdistanê bi dawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji ber ku Yekîtiya Sovyetê piştgiriya xwe şûnde kişand û bi metirsiya Rêveberiya Îranê re rûbirû ma, ku di vê mijarê de jî mafdar bû. Ji ber ku dewleta Îranê di 16ê Berfanbara 1946an de bi ser Komara Kurdistanê de çû û Komara Kurdistanê hilweşand.

    Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên xwe ji aliyê rêveberiya Îranê ve bi awayekî veşartî tên darizandin û di 30ê Adara 1947an de ligel Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê xwe Sedrî Qazî li Qada Çarçira ya ku Komara Kurdistanê lê hatibû ragihandin, hatin bidarvekirin.

    QAZÎ: MIN JI ZÛ DE XWE AMADE KIRIYE

    Qazî Mihemed li dadgehê ji bo dadgerê ku wî bi ‘xiyanetê' tawanbar dike vê bersivê dide: "Ev der mala min e, Kurdistan axa bav û bapîr û ecdadê min e, çawa dikarim dest jê berdim."Her wiha tê gotin ku Qazî berê darvekirina xwe jî vî tiştî dibêje: "Min ji zû de xwe ji bo vê yekê amade kiriye û ez bi serbilindî pêşwaziyê li vê mirinê dikim, ku ez di riya azadiya netewa xwe de dimirim." Qazî berî were bidarvekirinê wesiyetnameyeke girîng jî ji bo kurdan li dû xwe dihêle.

    Etîketan:
    PDK-Î, Komara Kurdistanê ya Mehabadê, Mele Mistefa Barzani, Mîna Qazî, Seyfî Qazî, Qazî Mihemed, Qaziyê Elî, Mîrza Qasimê Qazî, Qada Çarçira, Baku, Azerbaycan, Yekîtiya Sovyetan, Îran, Mehabad
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de