16:34 23 Tebax 2017
Zindî
    Jinên kurd - Rojava

    Şandeke Rojava bi Brett McGurk re civiya

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23430

    Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed diyar kir ku rêveberiya DYAyê Federaliya Bakurê Sûriyê wekî çareseriya herî guncaw a aloziya herêmê dibîne.

    Hevseroka MSDê Ilham Ehmed li gel hin nûnerên din ên Rojava çû paytexta DYA Washingtonê û li vir bi berpirsiyarên Kongreya DYAyê, Wezareta Karê Derve yên DYAyê û nûnerê Koşka Spî re civiya. Di hevdîtinan de mijarên sereke sîstema federal a Bakurê Sûriye, destwerdana Tirkiyê û şerê li dij DAIŞê bû.

    Li gorî nûçeya ANHAyê di wê hevdîtina ku bi Kongreya DYAyê re hat kirin de aliyan derbarê 'destwerdanên dewleta Tirk di axa Bakurê Sûriyê de û dirêjkirina aloziya herêmê, her wiha hedefgirtina gelê kurd û tevahî gelên Bakurê Sûriyê', nîqaş kirin. Şandeya Rojava ji Kongreya DYAyê xwest ku çareseriyekê ji dijminatiya hikûmeta AKPê ya bi gelê kurd re, peyda bike.

    BI NÛNERÊ NY Ê SÛRIYÊ RE CIVIYAN

    Şandeyê bi nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê Sûriyê Michael Ratney re jî derbarê civîna Astana û girîngiya beşdariya nûnerên gelê Sûriyê û hêzên Sûriyeya Demokratîk, nîqaş kir.

    Her wiha şandeyê bi nûnerên Koşka Spî Brett McGurk re jî hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyê, Federaliya Bakurê Sûriyê, mekanîzemeya kordîneya bi Rêveberiya nû ya Amerîkayê re û şerê li dijî DAIŞê, nîqaş û nirxandin hatin kirin.

    Di hevdîtinan di Hevseroka MSDê Ilham Ehmed ji bo şerê li dijî DAIŞê, bal kişand ser girîngiya kordîneya di navbera HSDê û hêzên koalisyona navneteweyî û destnîşan kir ku DYA, Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê wekî çareseriya herî guncaw a aloziya herêmê dibîne.

    Bi heman mijarî:

    İlham Ehmed: Tirkiye li Şehbayê demografiyê diguherîne
    Îlham Ehmed: Ji bo rizgarkirina Reqayê em li gel Tirkiyê şer nakin
    Îlham Ehmed: ‘Tirkiye Cerablusê dê bike warê terorîstan
    Ihlam Ehmed: ‘Armanca Tirkiyê Heleb e'
    Îlham Ehmed: ‘Tirkiya hewl dide ku riya Federalîzma Rojava bigre'
    Ilham Ehmed: Tirkiye li dijî kurdan nêzîkî Sûriyeyê dibe
    Etîketan:
    MSD, Koşka Spî, NY, DAIŞ, Michael Ratney, Ilham Ehmed, Brett McGurk, Astana, Washington, Sûriye, Tirkiye, Rojava, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de