01:33 20 Tebax 2017
Zindî
    A Syrian Democratic Forces (SDF) fighter rests with his weapon on a vehicle camouflaged with mud, north of Raqqa city, Syria November 7, 2016

    HSDê Suweydiya Mezin rizgar kir û berê xwe da Bendava Tebqayê

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10420

    Di çarçoveya operasyona Xezeba Firatê de Suweydiya Mezin ji hêla şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hat rizgar kirin.

    Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqqayê de duh ketibûn bajarokê Suweydiyê. Piştî ketina şervanan a bajarok, di navbera wan û DAIŞê de şerên dijwar qewimî bûn.

    Şervanan saetên sibê ragihandin ku bajarok bi temamî ji destê DAIŞê hatiye derxistin û di encama şer de 85 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

    Piştî bidestxistina bajarok, lêgerîn berdewam dikin. Hate aşkerekirin ku DAIŞê wesayitên bombekirî li vir amade dikirin.

    Di vê navberê de di encama bidestxistina vî bajarokî de şervan gihiştin bendava Tebqayê. Li gorî zanyariyan di navbera şervanan û bendavê de qonaxeke gelekî kêm maye.

    Bi heman mijarî:

    Şervanên HSDê gihîştin bajarokê Siwediyê
    Berdevkê Pentagonê: Em dixwazin hevkariya li Babê li Reqqayê jî bibînin
    Plana çûna Reqqayê ya êrîşkarê Reînayê derket holê
    Qatilê Reînayê: Min ji Reqqayê pirsî û êrîş kir
    Li Reqqayê 46 DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, DAIŞ, HSD, Suweydiya Mezin, Tebqa, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de