07:29 21 Tebax 2017
Zindî
    Navenda Giştî ya Emniyeta Stenbolê

    Kesek bi tohmeta li Stenbolê êrîşî midûriyeta emniyetê û avahiya AKPê kiriye hat zevtkirin

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Bi îdiaya ku di êrîşên li hemberî avahiya Midûriyeta Emniyeta Stenbolê û ya Serokatiya AKPê ya Stenbolê de cî girtiye kesek hat zevtkirin.

    Li gorî Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkiyê, ekîbên Midûriyeta Stenbolê yên beşa dijterorê û istixbaratê, ji bo zevtkirina kes an jî kesên ku êrîşî Midûriyeta Emniyeta Stenbolê û avahiya AKPê ya Stenbolê kirine, dest bi xebatê kirin.

    Li gorî îdiaya heman nûçeyê hatiye tespîtkirin ku kesê êrîş pêk aniye Şerif Tunç e û hat îdiakirin ku têkiliya wî bi rêxistina çep a tirk a bi navê Eniya-Partiya Rizgarkirinê ya Gel a Şoreşger (DHKP-C) re heye. Polîsan di vê çarçoveyê de li Stenbolê girtin ser 15 avahiyan lê Tunç nehat dîtin.

    Hat tespîtkirin ku Tunç derketiye ji derveyî Stenbolê û polîsan li Tekirdagê operasyon lida xist. Di encamê de Tunç li vir hat zevtkirin.

    Di vê navberê de hat îdiakirin ku kesê li navçeya Esenyurt a Stenbolê gule bera ser polîsan daye jî Şerif Tunç e.

    Bi heman mijarî:

    AKP: Êrîş ji aliyê DHKP-Cê ve hatin kirin
    Li dijî emniyeta Stenbolê hewildana êrîşa moşekî
    Li ber avahiya AK Partî ya Stenbolê dengê teqînê hat
    Etîketan:
    êrîş, Midûriyeta Emniyeta Stenbolê, DHKP-C, AKP, Şerif Tunc, Tekirdag, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de