15:03 21 Tebax 2017
Zindî
    İsrail Başbakanı Benyamin Netanyahu

    Benyamîn Netanyahû ji bo gelê Îranê got: Em dostên we ne, ne dijminên we

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ji bo gelê Îranê bangewaziya lihevkirinê kir û got, "Em dostên we ne, ne dijminên we."

    Benyamin Netanyahu û Nursultan Nazarbayev
    © REUTERS/ Mukhtar Kholdorbekov
    Benyamîn Netanyahû di vîdeoyeke li ser hesabê xwe yê Twitterê de bi Îngilizî banga gelê Îranê kir. Netanyahû diyar kir ku ew ê di demeke nêzîk de li dijî gefxwarina rejîma Îranê ya ji bo xerakirina Îsraîlê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinê bike û got rejîm û gel ji hev cuda ne.

    Benyamîn Netanyahû bangewaziya gelê Îranê kir û got, "Ez hêvî dikim ku va peyama min wê bigihêje hemû navsal û ciwan, oldar û sekuler, jin û mêrên Îraniyan. Ez dizanim ku hûn azadiyê dixwazin. Hûn xwediyê dîrokeke bi rûmet in. Hûn xwediyê çandeke dewlemend in. Lê mixabin hûn ji aliyê stemkariyeke teokratîk ve hatine girêdan."

    ​Rêveberiya Îsraîlê ji ber bernameya nukleerê û moşekên menzîldirêj Îranê wek dijminekî metirsîdar dibîn.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu bersiv da Îranê: "Em piling in"
    Netanyahu: "Kes bi şaşî jî naxwaze di navbera Rûsya û Îsraîlê de qezayek biqewime"
    Trump û Netanyahu dê hevdîtin pêk bînin
    Netanyahu: Ger ku Ebbas ji bo hevdîtinê amade be, ez jî amade me
    Netanyahu ji bo Îranê: 'Pilingê hov venagere pisîkekê'
    Etîketan:
    bangewazî, Serokwezîrê Îsraîlê, Benyamîn Netanyahû, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de