17:44 18 Kanûn 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Esad: Tirkiye û DYA li dijî DAIŞê şerekî rastîn nakin

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Sûriyeyê Beşar Esad got:‘DAIŞ petrola Sûriyeyê firot û Tirkiyeyê jî bi rêyên kaçaxî ji wan kirî û bi vê yekê her piştevaniya wan kir. Lewma jî em bawer nakin ku Tirkiye û DYA li dijî DAIŞê şerekî rastîn û samîmî dikin.'

    Esad di axaftina xwe ya televizyona japonî ya TBSê de derbarê hevdîtinên çareseriya aloziya Sûriyeyê yên wê li Astanayê bên lidarxistin de hin daxuyanî da û got Astana wê giraniyê bide ser agirbestê. Esad derbarê têkoşîna li dijî terorê ya Tirkiye û DYAyê de jî hin daxuyanî da û rexneyên tund li herdu welatan kir.

    ‘HÊVÎ DIKIM TRUMP SOZÊN XWE YÊN DI MIJARA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ BÎNE CIH'

    Esad ji bo Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku ew niha nikare derbarê polîtîkayên Trump de ti texmînan bike û wiha pê de çû: ‘Bi qasî min ji gotinên wî ên beriya hilbijartinan fêm kir, wê têkoşîna li dijî terorê di nava polîtîkayên sereke yên Trump de be.'

    Serokê Sûriyeyê Beşar Esad di dirêjahiya axaftina xwe de amaje kir û got divê rêvebiriya nû ya DYAyê sozên xwe yên derheqê têkoşîna terorê bîne cih û bi awayekî samîmî şerê terorê bike. Lewra îro teror ne tenê pirsgirêka Sûriyeyê ya Rojhilat û hemû cîhanê ye jî.

    ‘EDOGAN JI ALIYÊ HESTÎ BI DAIŞÊ RE GIRÊDAYÎ YE'

    Esad di dewama axaftina xwe de derbarê Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan de jî hin daxuyanî da û got: ‘Erdoganê îxvanî, ji aliyê fikrî û hestî ve bi DAIŞ û el Qaîdeyê re girêdayî ye. Ew xwedî heman îdeolojî ne lewma jî Erdogan nikare xwe ji wan veqetîne. DAIŞ bi alîkariyên Erdogan li ser xwe ye.'

    Bi heman mijarî:

    Esad: Mijara sereke ya civînên Astanayê eşkere kir
    Esad: Başbûna têkiliyên Rûsya û DYAyê, dê alîkariya çareseriya qeyrana Sûriyeyê bikin
    Esad: Ez amade me li Astanayê her mijarê gotûbêj bikim
    ‘Esad hevdîtinên Astanayê gelek erenî pêşwazî dike'
    'Ji bo em Esad bînin ser masê me li DAIŞê temaşe kir, lê wî piştgiriya Pûtîn stand'
    Etîketan:
    sozên hatine dayîn, trump, şerê li dijî terorê, şerê li dijî daişê, erdogan, beşar esad, şam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de