13:55 18 Kanûn 2017
Zindî
    Li Sûriyê kampa Fetih El Şamê hat bombebararkirin: 120 mirî

    120 terorîstên Fetih el Şam (El Nûsra) li Şamê hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafirên şer yên Rûsya û DYAyê li baregehên terorîstên Fetih el Şam (bi navê bere El Nûsra) bombebaran kirin ku di encamê de 12 terorîst hatin kuştin. Çavkaniyên Feth el Şamê diyarkirin ku êriş ji aliyê DYAyê hatiye kirin.

    Hîkmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, duh li dijî navenda perwerdehiya leşkerî ya Fetih el Şamê ya li herêma Şêx Silêman a Şamê operasyoneke hewayî hate lidarxistin.
    Di encama bombebaranan de herî kêm 120 terorîst hatin kuştin û bi sedan ji wan jî birîndar bûn.

    Operasyon ji aliyê kê ve hatiye kirin hêj nayê zanîn lê, çavkaniyên Feth el Şamê diyar dikin û dibêjin operasyon ji aliyê balafirên şer yên DYAyê ve hatiye kirin.

    Koma terorîst ya Feth el Şamê her çi qas bibêje ku ew ji El Qaîdeyê veqetiyane jî Rûsya û gelek welatên din baweriya xwe bi vê yekê naynin û vê yekê weke lîstikekê binav dikin. Ji ber ku ew bi ser El Qaîdeyê ne ji aliyê Rûsya û DYAyê ve wekî terorîst tê qebûlkirin. Koma terorîst ya Feth el Şamê peymana agibesta Sûriyeyê jî qebûl nekir û hevîdtinên Cenevreyê jî wekî lîstikekê şirove kir.

    3 FERMANDARÊN NÛREDÎN ZENGÎ HATIN KUŞTIN

    Ji aliyê din ve duh di heman demê de navenda perwerdehiya leşkerî ya koma çekdar Nûredîn Zengî ya li bejahiya Helebê jî hate bombebarandin.  Di encama bombebaranê de gelek çekdar hatin kuştin û li bajarê Idlibê jî di encama êrişa bi Dronê 3 fermandarên Nûredîn Zengî hatin kuştin.

    Koma çekdar a Nûredîn Zengî ya ku ji bi nêzîkbûna xwe ya Tirkiyeyê tê naskirin, agirbesta Sûriyeyê qebûl nake û wê beşdarî hevdîtinên çareseriya aloziya Sûriyeyê ya li Astanayê jî nebin.

    Serokê rêxistina Nûredîn Zengî Tefîk Şehabettîn di serî de li Urdun û li gelek welatên din wekî terorîst tê qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Fetîh El Şamê li ser êrîşa Balyozê Rûsî daxuyanî da
    Kuştina Karlov, Fetîh El Şamê girt ser xwe ku navê wê yê berê El Nusra bû
    Fetîh el Şam sivîlên ku dixwazin ji Helebê derkevin dide ber guleyan
    Fetîh El Şamê pêşniyara NY red kir: Em ê ji Helebê dernekevin
    Zaxarova: DAIŞ û El Nûsra li Sûriye û Iraqê çekên kimyewî bikar tînin
    Rûsya: 10 rêxistinên di lîsteya agirbestê ya DYA de, bi DAIŞ û El Nûsra re hevkariyê dikin
    Lavrov: Ger ku El Nûsra dev ji îhlalan berde em dikarin agirbestê dirêj bikin
    Etîketan:
    navenda perwerdehiya leşkerî, fetih el şam, kuştina terorîstan, şam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de