19:53 22 Îlon 2017
Zindî
    Berdevkê pentegonê Peter Cook

    Berdevkê Pentagonê: Em dixwazin hevkariya li Babê li Reqqayê jî bibînin

    © Foto: ABD Savunma Bakanlığı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7401

    Berdevkê Pentagonê Peter Cook, piştgiriya ku ji bo operasyona El Babê tê dayîn, wek beşek ji têkoşîna berfireh a kordînasyona dijî DAIŞê nirxand û hêvî kir li Reqqayê vê kordînasyonê bibînin.

    Cook di civîna dawî ya berdevkiya Wezareta Berevaniya Amerîkayê de, ji bo pirsa peyamnêrê AAyê ya li ser piştgiriya balafirên koalîsyonê di operasyona El Babê de û hevkariya navlênekirî ya Rûsya û Tirkiyê wiha axivî:

    "Hevpeymanên me yên tirk û hêzên ligel wan kar dike li dijî DAIŞê operasyonan dikin. Kordînasyona nêzîk ya bi koalîsyonê re berdewam dike. Ez ê behsa hûrgiliyên vê kordînasyonê nekim û li ser navê wan welatan napeyivim. Lê ev beşek ji têkoşîn û hewla berfireh a bi awayekî mayînde têkbirina DAIŞê ye."

    'ÇIQAS FIŞAR LI SER DAIŞÊ ÇÊBIBE EW QAS BAŞ E'

    Berdevkê Pentagonê li ser lêdana armancên DAIŞê ji aliyê welatên cuda ve got, ‘Tişta ku em dixwazin li El Babê bibînin ev e. Em dixwazin vê li Reqqayê jî bibînin. Em dixwazin vê li Mûsilê û Libyayê jî bibînin' û wiha pê de çû:

    "Divê ev hewildan li gelek eniyan pêk were. Nabe ku em destûrê bidin DAIŞê ku hin deveran wek cihên ewle ji xwe re diyar bike. Çiqas fişar li ser çêbibe ew qas baş e. Encex wisa DAIŞ dê nikaribe li derve operasyonan bike û hebûna xwe biparêze û heriwiha dê têkçûna wê zûtir pêk were."

    Bi heman mijarî:

    Plana çûna Reqqayê ya êrîşkarê Reînayê derket holê
    Artêşa Senegalê ket Gambiyayê
    Li Stenbolê 28 DAIŞî hatin girtin
    Rûsya û Îran hevkariya xwe yê nukleerî zêdetir dikin
    Çalakiya parlamentera serbixwe Aylin Nazliaka bi şer bidawî bû
    Etîketan:
    El Bab, Reqqa, Pentagon, Peter Cook, Berdevkê Pentagonê: Em dixwazin hevkariya li Babê li Reqqayê jî bibînin, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de