11:40 24 Îlon 2017
Zindî
    êrîşkarê Reînayê

    Plana çûna Reqqayê ya êrîşkarê Reînayê derket holê

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Plana revê ya êrîşkarê Klûba Reînayê Abdulgadir Masharipov derket holê û hat zanîn ku keleşkofa pê êrîş kiriye jî ji bajarê Konyayê jê re hatiye.

    Derbirina terorîstê ku 39 kes şeva sersalê li Klûba Reîna ya Ortakoya Stenbolê kuştibûn digel hevalê wî yê Iraqî ku pê re hatiye desteserkirin li Navenda Asayîşa Stenbolê berdewam dike.

    Li gor nûçeya Haberturkê di encama jêpirsîna pisporên îstixbarî de plana reva Reqqayê ya Masharipov derket holê.

    WÊ MASHARIPOV JI SER HATAYÊ DERBASÎ REQQAYÊ BIBÛYA

    Li gor zanyariyan endamê DAIŞê yê Iraqî Alî Jameel Mohammed di îfadeya xwe de gotiye, dê Masharipov ji mala Esenyurt a Stenbolê derbasî bajarê Çanakkaleyê bibûya, ji wir biçûya Îzmîrê, ji Îzmîrê jî derbasî Hatayê bibûya û ji wir derbasî Reqqayê bibûya.

    Herwiha piştî xebatên polîsên Stenbolê derket holê keleşkofa ku terorîst Masharipov pê êrîş kiriye ji Konyayê jê re hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Senegalê ket Gambiyayê
    Li Stenbolê 28 DAIŞî hatin girtin
    Rûsya û Îran hevkariya xwe yê nukleerî zêdetir dikin
    Çalakiya parlamentera serbixwe Aylin Nazliaka bi şer bidawî bû
    Spicer: Trump xwest ku Brett McGurk karê xwe bidomîne
    Etîketan:
    Plana revê, êrîşkarê Reînayê, Plana çûna Reqqayê ya êrîşkarê Reînayê derket holê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de