21:39 25 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Çalakiya parlamentera serbixwe Aylin Nazliaka bi şer bidawî bû

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Parlamentera serbixwe Aylin Nazliaka di dema hevdîtinên guhertina makeqanûnê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê xwe kelepçeyê kursiyê kir. Ji ber protestoya Nazliaka ewil 5 deqîqe, piştre jî 45 deqîqê navber dan rûniştinê.

    Dema hevdîtinên xala 8mîn ya mekeqanûnê dest pê kir Aylin Nazliaka hat ber kursiya axaftinê. Li ser vê yekê Cîgira Serokê Parlamentoyê Ayşenur Bahçekapali got ‘Min bangî te nekiriye, tu rêzname îxlal dikî, rûne cihê xwe.' divê navberê de parlamentera serbixwe Aylin Nazliaka destek xwe bi kursiyê ve kelepçe kir.

    Li servê yekê ewil 5 deqîqe, piştre jî 45 deqîqe navber dan rûniştinê.

    PEVÇÛN DERKET Û NAZLIAKA JI SALONA RÛNIŞTINÊ HAT DERXISTIN

    Hate ragihandin k udi navbera parlamenterên jin ên HDP û AKPê de ku dora Nazliaka girtibûn de pevçûn derketiye. Hate îdiakirin ku pehîn li parlamentera HDPê Pervin Buldan xistin û sîle jî avêtine parlamentera ku pehin li Buldan xistibû.

    Di dema pevçûnên de kelepçeya deste Nazliaka hat vekirin û ji aliye parlamenterên CHPê ve ji salona rûniştinê hat derxistin.

    Hate diyarkirin ku parlamentera HDPê Pervin Buldan ji ber derb kirina ji sîngê xwe rakirine nexweşxaneyê.

    Bi heman mijarî:

    Di Parlamentoya Tirkiyê de hevdîtinên tûra yekê yên pêşnûma guhertina Destûrê bidawî bûn
    Gotina 'Qira Ermenan' li parlamentoya Tirkiyê bû sedema aloziyê
    Li Parlamentoya Tirkiyê şerê ‘Xendekan'
    Li Parlamentoya Tirkiyeyê li hemberî Kurdî bertek
    Parlamentoya Tirk pêşniyara lêkolînê ya ji bo kuştina Tahir Elçî red kir
    Etîketan:
    kursî, çalakî, kelepçe, Pervin Buldan, Aylin Nazliaka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de