22:45 26 Îlon 2017
Zindî
    Helepçe

    Qeyrana aborî ya li Kurdistanê, bandorê li merasîma bîranîna Helebçeyê jî kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku îsal ji ber sedemên aborî wê merasîma bîranîna komkujiya Helebçeyê ne wekî her sal, bi awayekî biçuktir li dar bixin.

    Îro Wezîrê Kar û Barên Şehîd û Enfalkiriyên Herêma Kurdistanê li gel walî û çend aliyên peywendîdar li avahiya Bîrdariya Helebçeyê civîya û derbarê merasîma ku wê îsal bê lidarxistin de hin biryar dan.

    Piştî civînê Waliyê Helebçeyê Elî Osman hin daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku  wan di civînê de li ser çend xalan sekinîne û wiha pê de çû: "Ji ber sedemên aborî em ê hin rê û resmên ku me berê di merasîmên bîrana şehîdên kîmyabarana Helebceyê de pêk tanîn, îsal li dar nexin.'

    'EM NIKARIN MERASÎMEKE WEK PÊWIST LI DAR BIXIN'

    Di daxuyaniya çapemeniyê de Wezîrê Kar û Barên Şehîd û Enfalkiriyên Herêma Kurdistanê Mihemed Hacî Salih axivî û diyar kir ku  ji ber sedemên krîza aborî em nikarin wek pêwîst û bi şêweyeke berfireh merasîmek ya bîranînê lidar bixin. Me tenê çend welat diyarkirine ji bo vexwendinê. Ev jî dê bi rêya sefîr û nûnerên xwe yên li herêma Kurdistanêne beşdar bibin.

    Bi heman mijarî:

    Xwendekarên Helebçeyê dest bi boykotê dikin
    Li Helebçeyê endamekî Bizutneweyê hate desteserkirin
    Du zarokên di Qetlîama Helebçeyê de winda bibûn hatin dîtin
    Gazprom dê li Helebçeyê petrola Kurdistanê derxîne
    Etîketan:
    komkujiya helebçeyê, sedemên aborî, merasîma bîranîna helebçeyê, aliyên siyasî, elî osman, helebçe
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de